Fîncanci: Em ê bi têkoşînê ji heqê vê kampanyaya reşkirinê derkevin 2022-10-26 23:00:36 ENQERE - Seroka Konseya Navendî ya TTB'yê Şebnem Korûr Fîncanciyê bi rêya parêzerên xwe peyamek şand. Fîncanciyê di peyama xwe de wiha gotiye: "Em ê ji heqê vê kampanyaya reşkirinê jî derkevin û bi hev re bitêkoşin."    Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci ji ber tespîtên xwe yên têkildarî bikaranînan çekên kîmyewî yên li hemberî endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hedef hatibû girtin û îro danê sibehê hatibû binçavkirin.    Fîncani ku li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê tê girtin û tê payin dê sibê serê sibehê sewqî Edliyeya Enqereyê bê kirin, bi rêya parêzerên xwe peyamek şand.    Fîncanciyê di peyama xwe de wiha gotiye: "Hevrêyên min ên hêja, xemgîn im ji ber ku hûn bi rewşeke wiha derî rastiyê re rû bi rû mane. Lê dizanim ku em ê bi piştevaniyê ji heq vê pêvajoya derî rastiyê derkevin. Min ê bi çavkaniyan pêvajoya dîtina zanistî ragihandana we, lê keys çênebû. Gava ev pêvajo qediya, em li ser delîlan civînekê çêbikin. Ez dizanim niha gelek karên we hene, lê mixabin min jî tevkarî li vê bargiraniyê kir. Em ê ji heqê vê kampanyaya reşkirinê jî derkevin û bi hev re bitêkoşin. Bi hêviya ku em bi hev re pergaleke tenduristiyê ya mirovane ava bikin."