Seroka TTB’ê Fîncanci sewqî edliyeyê hat kirin 2022-10-27 08:23:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci piştî karûbarên îfadeyên li emniyetê, sewqî edliyeyê hat kirin.  Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ji ber têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî endamên HPG’ê daxuyanî dabû, duh li Stenbolê hatibû binçavkirin. Fîncanci di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ku da destpêkirin, bi îdiaya "propaganda rêxistinê kiriye" hat binçavkirin. Fîncanci pişt re biribûn Enqereyê û piştî karûbarên îfadeyên li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê duh nîvê şevê temam bûn.    Fîncanci têkildarî daxuyaniya xwe ya derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ku kirine hêceta "propaganda rêxistinê" da zanîn ku wê wek pispora tiba edlî û bijîşkekê vê nirxandinê kiriye.    Şebnem Korur Fîncanci piştî îfadeyên li emniyetê sewqî Edliyeya Enqereyê hat kirin.