Çûna Ewropayê li ber dilê wan xweş dikin! 2022-10-27 09:01:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Îbrahîm Êzidî diyar kir ku di wargehên êzidiyan de ku di bin kontrola PDK'ê de ne xizmeta dewletan a ji bo wargehan hatiye qutkirin û got: "Li gel qutkirina xizmetê êzidiyên ku dixwazin vegerin Şengalê jî PDK berê wan dide Ewropayê."    Di sala 2014'an de bi hevkariya hin dewletan DAIŞ'ê êrîş biribû ser Şengalê. Di êrîşan de bi dehan êzidî hatibûn qetilkirin û gelek koçber bûn û gelek ji wan jî di bazaran de hatin firotin. Gelek êzidî jî di wargehan de ku di bin kontrola Hikûmeta Başûrê Kurdistanê de de ne bi cih bûbûn. Ezidiyên ku piştî qirkirina DAIŞ’ê, di bin sîwana Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de hêzên xwe yên parastinê ava kirin û gav bi gav bajarê xwe ji destê DAIŞ’ê girtin û jinûve ava kirin. Peymana Şengalê ku di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatibû îmzekirin, ji bo herêmê bû cihê talûkeyên nû. Êzidiyên ku ev 2 sal in li dijî vê peymanê li ber xwe didin, niha bi polîtîkayên şerê taybet ên PDK'ê re rû bi rû ne. Hat diyarkirin ku alîkariya ji bo êzidiyên ku di wargehên Xankê, Şariye, Keber-1, Keber-2, Bacidkendale, Bêrsivê, Çemmişko, Erbed, Serdeşt, Êsiya, Mam Reşan, Beadirê, Qadiye û Şêxanê de ne ku ev wargeh di bin kontrola rêveberiya Başurê Kurdistanê de ne, hatiye qutkirin û PDK deriyê çûyîna çûyîna Ewropayê li ber êzidiyan vekiriye.    Rojnameger Îbrahîm Êzidî mijara navborî nirxand.   'XWESTIN PLANSAZIYA DAIŞÊ PÊK BÎNIN'   Rojnameger Êzidî bal kişand ser armanc û daxwaza pêkanîna peymana Şengalê û wiha axivî: "Piştî fermana 2014'an Êzidiyên ku li Şengalê mane rastî gelek êrîşan hatin. Di serî de bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hat xwestin ku êzidiyan ji Şengalê derxînin. Bi vê armancê xwestin ku Şengaleke ji êzidiyan xalî bihêlin. Li vê derê çi hat kirin? Li vir mewziyê parastina ol, ziman, çand, bîr û baweriya êzidatiyê hatin avakirin. Ev jî bi çi hatin avakirin? Li vir piştî fermana 3'yê Tebaxa 2014'an her saziyek li ser esasê xwe rêvebirin û xwedîderketina li vê civakê hat avakirin. Ew wekî mewziyek li hemberî dijmin. Ji ber wê jî dijmin xwestiye bi wê şêwazê êzidiyan tune bike. Li gel avakirina Rêveberiya Xweser sazî û dezgehên wê hêzên wê yên parastinê di Şengalê de pêşîgirtina li fermanan bû. Dema pêşî li şerekî bê girtin mewzî tên çêkirin. Ev rêveberî jî li hemberî vê qirkirinê mewziyek bû. Di dîrokê de kesên ferman li ser êzidiyan rakirine bi taybetî dewleta tirkan û beriya wê osmanî bûn ku herî dawî DAIŞ anîn li ser Şengalê û xwestin êzidiyan bi destê çeteyên DAIŞ'ê tune bikin. Lê bi berxwedaniya xelkê Şengalê û bi taybetî mudexeleya gerîlla ev yek pêk nehat. Nekarîn plansaziya ku DAIŞ'ê danîbû pêk bînin. Ji ber wê yekê jî plansaziya ku DAIŞ'ê danîbû pêk bîne. Ji ber wê yekê jî pîştî ku ev sazî û dezgeh hatin avakirin di 9'ê Cotmeha 2020'î de peyman li ser Şengalê hat îmzekirin. Ev plan temamkirina plansaziya ku DAIŞ'ê li ser êzidiyan çêkirîbû. Ev peyman li ser wî esasî bû. Ev jî, di bin navê qanûnê de xwestin vê plansaziya DAIŞ'ê pêk bînin. Helbet di vê peymanê de rola PDK'ê jî heye. Tirkiyeyê bi rêya PDK'ê zext li ser hikûmeta Îraqê kirin û bi navê qanûnê li dijî civaka êzidî derkevin. Lê her kes berxwedana li hemberî vê peymanê dibîne. Heta niha jî civaka êzidî li hemberî vê peymanê li ber xwe dide. Di vê pêvajoyê de xwedîderketina gel a li Rêveberiya Xweser hat ditin. Ji ber ku ev hêz ji vî gelî pêk hatiye. Di van her du salên derbasbûyî de xwedî derketineke gelek mezin çêbû."       'XIZMET HAT QUTKIRIN'   Rojnameger Êzidî, bi lêv kir ku alîkariya ku ji bo wargehên êzidiyan dihat kirin hatiye qutkirin û got ku li ser Şengalê planek heye. Êzidî wiha got: "Ew jî plana belavkirina gel e. Di van salên dawî de yê ku herî zêde li hemberî van hêzên desthilatdar derketine, ne YBŞ bû, ne YJŞ bû û ne jî Asayişa Êzidxanê bû. Yê ku li hemberî wan derketî civaka êzidî û xelkê Şengalê bû. Ji ber wê yekê jî ji bo derxistina gel a ji Şengalê planek dane destpêkirin. Ji xwe ev 4 meh in bi şerê taybet û bi nûçeyên xwe vê didin meşandin. Xwestin ku gel li derdora YBŞ'ê, Asayişa Êzidxanê û Rêveberiya Xweser belav bikin, lê ev yek bi ser neket. Ji ber ku civaka êzidî di van salên dawî de PDK û rûreşiya PDK'ê fêm kiriye. Bi taybetî xwestin ku êzidî koçberî Başûrê Kurdistanê bibin. Lê ev pêk nehat. Di demên dawî de bi rêya Meclîsa Ruhanî û Bab Şêx hin hewldanên wan çêbûn ku Ewropa deriyên xwe ji êzidiyan re veke û êzidiyan koçber bikin."   ŞENGALEKE JI ÊZIDIYAN XALÎ   rojnameger Êzidî da zanîn ku ev yek ji daxwazên sereke yê dewleta tirkan e û wiha got: "Ev bi rêya PDK'ê tê kirin. Hikûmeta Iraqê jî beşeke ji vê planê ye. Ev plana PDK'ê, Şengalaeke ji êzidiyan xalî armanc dike. Ev plana wan di mêriyetê de ye. Vê carê jî bi rêya koçberkirina ber bi Ewropayê vê pêk tînin. Ji ber ku biryar hatiye dayin. Ji aliyê NY'yê ve zextên wan li ser Hikûmeta Iraqê hene ku wargehên Başûrê Kurdistanê ku êzidî tê de ne bên valakirin. Di vê çarçoveyê de 13 rêxistinên navdewletî alîkarî li ser van wargehan qut kirine. Hikûmerta Başûrê Kurdistanê jî xizmeta wan wargehan nake. Xizmet ji aliyê van rêxistinan ve dihat kirin. Lê niha ew alîkarî jî hatiye qutkirin."    'DERIYÊ ŞENGALÊ GIRTIN, YÊ EWROPAYÊ VEKIRIN'    Êzidî bal kişand ser xeteriya çûna ber bi Ewropayê ve jî û wiha domand: "Dema ku xizmet nehat kirin ew gel jî neçar ma ku vegere Şengalê. Lê vê carê deriyê Şengalê ji wan re girtin û berê wan dan Ewropayê. Bi rêya Tirkiyeyê êzidiyan niha derbasî Yewnanîstanê dikin. Di nava hefteyekê de keseke ku ji vir diçe digihije Yewnanîstanê. Tu kes nikare di nava hefteyekî de ev qasî bi rehetî bigihîje van welatan. Niha êzidî hêdî hêdî ji Şengalê derdikevin. Niha jî çûyina wan berdewam e. Hin kesên ku fikra êzidatiyê di hişê wan de be yan jî keda şehîdên ku li ser axa Şengalê dane di bîra wan de be ji Şengalê dernakeve. Ji ber ku derketina ji Şengalê, pêkanîna daxwazên DAIŞ'ê ye. Çimkî dûrkirina êzidiyan a ji ola wan, zimanê wan û axa wan yek ji daxwaza DAIŞ'ê bû. Êzidiyên ku berê xwe didin derve heman daxwazê pêk tînin. Çend salan şûn de wê li wan deran çand û zimanê xwe jibîr bikin. PDK bi vî şerê xwe yê taybet êzidiyan dişîne derve. Ne ku xelk ji Duhok, Zaxo û Hewlerê naçin Ewropayê. Heger êzidiyek biçe sed Başûrî diçin Ewropa. Ji ber ku li ser wan zexta desthilatdariyê heye û xizmet tune ye."   DI ÇÛYINAN DE ROLA ÇAPEMENIYA ALÎGIR   Êzidî di vî warî de li ser rola çapemeniya alîgir a PDK'ê jî sekinî û ev tişt gotin: "Gel ji ber pergala desthilatdar direve. Lê belê ragihandina wan behsa wê koçberiya Başûr a ber bi Ewropayê ve nake. Lê dema ku êzidiyek diçe deh nûçe, analîz û dosya çêdikin ku êzidiyên mayîn jî biçin Ewropayê." Êzidî bal kişand ser hilbijartina li Iraqê û got: "Lê hilbijartin ne li gorî berjewendiyê gel bû. Bêguman wê ji civaka êzidî re tu xezmeteke berbiçav neyê kirin. Ji ber ku hin lihevhatin çêbûne. Em di wê baweriyê de ne ku di avakirina vê hikûmetê de ew zextên beriya niha lis er civaka êzidî wê hin zêdetir bibin. Ji bo wê ji pêwîste Rêveberiya Xweser û civaka êzidî xwe jî êrîşên nû yên Hikûmeta Iraqê re amade bike."