Gulser Yildirim: Heke deriyê Îmraliyê bê vekirin dê ji wir destê aştiyê dirêj bibe 2022-10-27 10:15:57   MÊRDÎN – Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim ku piştî 6 salan ji Girtîgeha Kandirayê hat berdan diyar kir ku hewcehiya welat bi aştiyek rûmet heye û got: “Heke deriyê Îmraliyê vebibe wê destê aştiyê dirêj bibe.”    Îktidara AKP’ê di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de ji îktidarê ket û têk çû. Piştre di hilbijartina 1’ê Mijdara 2015’an de carek din hat ser desthilatdariyê. Bi tifaqa AKP-MHP’ê û bi destekdayîna CHP’ê di 20’ê gulana 2016’an de parêzbendiya parlamenterên HDP’ê hat rakirin. Di 4’ê Mijdara 2016’an de li dijî HDP’ê “darbe” pêk hat û Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 12 parlamenter hatin binçavkirin. Ji van 12 parlamenteran 9 parlamenter hatin girtin. Yek ji wan jî Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim bû. Yildirim piştî cezayê xwe qedan 6 sal şûnve ji Girtîgeha Kandirayê ya Jinan hat berdan.    Yildirim a ji girtîgehê hat berdan pirsên nûçegihanê ajansa me bersivand.    ‘DILÊ MIN LI CEM HEVALAN MAYE’    Yildirim behsa pêvajoya di 4’ê Mijdara 2016’an de qewimîn kir û wiha got: “Mirov dema ji nav wan çar dîwaran derdikeve, helbet dil û çavê mirov li cem hevalên girtîgehê dimîne. Çimkî mirov bi salan bi hev re dimîne û kedê dide hev û êşên meriv dibin yek. Aramanca te jî yek e; azadî, wekhevî û demokrasi. Lewam ez dibêjim ev hevrêtî gelek pîroz e. Nayê ziman. Mirov xwe bi siûd dibîne. Ez carek din silavên xwe ji hevrêyên xwe re dişinim.”   ‘DERIYÊ ÎMRALIYÊ BÊ VEKIRIN, DESTÊ AŞTIYÊ AMADE YE’    Yildirim da zanîn ku projeya 7’ê Hezîranê li AKP’ê nehat û lewma şer da destpêkirin û wiha got: “Çimkî ji wan re şer lazim bû. Pêvajoya çareseriyê kêrî feraseta yekperest û şerker û nijadperest nehat. Çimkî şer berjwendiya wan e. Şer ji wan re dibe amûra ku wan bike îktidar. Yanî îro jî ez bi bawerim, heke deriyê Îmraliyê bê vekirin, wê dîsa ji wir destê aştiyê dirêj bibe. Heke ew derî vebibe, tecrîd rabe wê peyam ewil ji bo aştiya Tirkiyeyê be. Ez div ê baweriyê de me. Ez vê yekê ne wek xeyalekê dibêjim. Çimkî tecrûbeya berê heye. Li vî welatî kî pirsgirêka kurd ji xwe re dike derd, kî bêje, ‘ez ji bo çareseriya vê pirsgirêkê amade me’ ew dikare tiştek nû bide destpêkirin. Ez div ê baweriyê de me û partiya min jî wisa difikire.”    ‘XWESTIN SIYASETA KURD TASFIYE BIKIN’    Yildirim bal kişand ser israr şer ku ji nû ve dest pê kir û got: “Xwestin îradeya gelê kurd bi temamî ji holê rakin. Vê kirin armanca xwe. Girtîgeh berê hatibûn valakirin û amadekirin. Fikr û ramanên me kirin bahane û xistin zindanan. Xwestin tevgera siyaseta kurd bi tevahî tasfiye bikin, lê bi ser neketin.”    Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser şert û mercên girtîgehê û girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tûglûk û destnîşan kir ku li girtîgehan bênavber binpêkirinên mafan diqewimin.    MA / Ahmet Kanbal