Rojnamevan Nazlim: Em ê her rûmeta rastiyê biparêzin 2022-10-27 10:55:57   ENQERE - Rojnamegerê binçavkirî Denîz Nazlim destnîşan kir ku dîtîna haqîqetê peywira rojnamevan e û ew rûmeta israrkirina rastiyê her berdewam bikin.    Di çarçoveya lêpirseke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daye destpêkirin de di 25’ê cotmehê de li 9 bajaran 11 nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê di serdagirtina malan de hatin binçavkirin. Rojnamevanên li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê tên ragirtin piştî ku biryara astengkirina hevdîtina pêrêzeran qediya duh bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Denîz Nazlim û Mehmet Gunhan ê demekê stajyeriya MA’yê dikir ku ev 3 roj in hatine binçavkirin bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin û peyam şandin.    Denîz Nazlim: “Em rûmeta rastiyê de israrê dikin. Li ku derê dibe bila bibe, dîtina rastiyê û xwendina rastiyan wezîfeya rojnameger e. Em li ser peywira xwe ne, em ê bên.”   ‘EM Ê BI HEV RE TARIYÊ BELAV BIKIN'    Mehmet Gunhan: “Dema ku ez di MA’yê de dixebitîm min baş dît ku derxistina rastiyê bi çiqasî zehmet e. Em bangî gel dikin ku li dijî van sepanên li ser rojnamegeran derkevin. Em dixwazin gelê me bibe çav, guh û pênûsa xebatkarên Ajansa Mezopotamyayê. Em ê hemû bi hev re van rojên tarî belav bikin."