Rojnamevan: Divê saziyên navnetewî xwedî li rojnamevanan derkevin 2022-10-27 11:35:32   STENBOL - Rojnamevanan diyar kir ku îşkence û muameleya xerab a li dijî hevpîşeyên wan ku hatin binçavkirin nayê qebûlkirin û armanca îktidarê ew e ku rastiyan bêdeng bike.    Di çarçoveya lêprisîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daye destpêkirin de 11 nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) û JinNewsê di 25’ê cotmehê de hatin binçavkirin. Nûçegihana MA’yê Zemo Aggoz piştî karûbarên îfadeyên li emniyete bi şertê hefskirina malê hat berdan.    Nerazîbûna li dijî binçavkirina rojnamevanan her ku diçe zêdetir dibe. Rojnamevan Alî Dûran Topûz, Candan Yildiz û Dogan Ozguden bertek nîşanî binçavkirina hevpîşeyên xwe dan.    ‘DIVÊ PIŞTGIRÎ PÊL BI PÊL MEZIN BIBE’    Rojnamevan Alî Dûran Topûz destnîşan kirk u îktidar dixwaze ku muxalefetê bîne wê astê ku nikaribe ji kurdan dengan bixwaze û vê yekê jî bi operasyonên li dijî rojnamevanan dike. Topûz da zanîn ku îktidar ji bo hilbijartinê zemînekê amade dike û dixwaze kapasîteya medyaya kurd jî sînordar bike û di armanca wê de ev heye. Topûz anî ziman ku tişta ku tê armanckirin rojnamevanî ye û divê piştevaniya bi rojnamevanan re pêl bi pêl zêdetir bibe û divê partiyên muxalefetê jî ji bo rojnamevanan têbikoşin.    BINÇAVKIRIN SEPANÊN QANÛNA SANSÛRÊ NÎŞAN DIDE    Rojnamevan Cancan Yildiz jî 16 rojnamevanên kurd ên li Amedê hatin girtin bi bîr xist û bi binçavkirina 11 rojnamevanan re jî tê xwestin ku nûçeyên derbarê binpêkirinên mafan ên kurdan neyên bihîstin. Yildiz da zanîn ku binçavkirina rojnamevanan sepanek fîlî ya qanûna sansûrê ye û ev jî dide nîşandan ku qanûna sansûrê li pêşiya rojnamevanan çawa dibe asteng. Yildiz anî ziman ku bi îşkenceyê û muameleya xerab hatiye xwestin ku rojnamevanan bitirsînin û îşkence û kelemçekirina ji pişt ve nayê qebûlkirin.    ‘DIVÊ SAZIYÊN NAVNETEWÎ XWEDÎ LI ROJNAMEVANAN DERKEVIN’    Rojnamevan Dogan Ozguden jî bertek nîşanî binçavkirina hevpîşeyên xwe da û got: “Îktidara faşîst a ku çavsor bûye, dizane ku di hilbijartina pêşî de wê têk here, lewma berê xwe dide rojnamevanan. Rejîma faşîst a Tayyîp dixwaze rojnamevanên netewa kurd ku dostên me ne bike hedef. Divê ku rêxistinên çapemeniyê yên navnetewî wek Bittabi, FIJ, IPI, RSF bêtir xwedî li têkoşîna rojnamevanên dirûst derkevin.”