Binçavkirina rojnamevanan di çapemeniya Swêdê de ye 2022-10-27 12:11:02   ENQERE - Rojnameya Journalisten a weşana Sendîkaya Rojnamevanên Swêdê derbarê binçavkirina nûçegihanên MA’yê û JinNewsê nivîsand.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daye destpêkirin de li Enqere, Stenbol, Amed, Wan, Mêrdîn, Riha, Mêrsînê 11 nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) û JinNewsê hatin binçavkirin. Ji 11 rojnamevanan Zemo Aggoz duh bi şev piştî karûbarên îfadeyan bi şertê hefskirina malêh at berdan. Rojnameya Journalisten a weşana Sendîkaya Rojnamevanên Swêdê binçavkirina rojnamevanan nivîsand. Rojnameyê di nûçeya xwe de cih da hûrguliyên binçavkirinê û wiha hat gotin: “Di serdegirtinên malan û buroya MA’yê de gelek kelûpelên dîjîtal, computer û arşîva rojnameyan hatin desteserkirin.”   Her wiha di nûçeyê de banga Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) a ji bo berdana rojnamevanan jî hat nivîsandin.