Rojnameger 15 saetan kelemçekirî man û hatin îşkencekirin 2022-10-27 12:47:50   ENQERE - Rojnamegerên ku piştî binçavkirinê anîn Enqereyê, dan zanîn ku 15 saetan bi awayekî kelemçekirî hatine ragirtin.    Di 25’ê cotmehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya de polîsan li 9 bajaran bi ser malên rojnamegeran de girtin. Di encama serdegirtinên malan de Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, Mehmet Gunhan ê demekî kin li MA’yê stajerî kirî û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger hatin binçavkirin. Rojnameger bi îşkenceyê hatin binçavkirin û destên wan ji pişt ve hatin kelemçekirin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan bi ser buroya MA’yê ya Enqereyê de jî girtin. Bêyî ku agahiyê bidin kesekî, Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê bi ser avahiya Produksiyona Arî ya li Enqereyê de jî girtin.     Rojnameger Zemo Aggoz ku pitika wê ya 45 rojî hebû, piştî bertekan sewqî edliyeyê hat kirin û bi şertê hefsa malê hat berdan. Rojnamegerên din jî ev 3 roj in li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê tên ragirtin. Rojnamegerên ku ji derveyî bajêr anîn, di hevdîtinên xwe yên bi parêzerên xwe re de diyar kirin ku hatine îşkencekirin.    15 SAETAN KELEMÇEKIRÎ MAN   Parêzeran da zanîn ku rojnamegerên ji Mêrdîn, Amed û Rihayê anîn, di 15 saetên rêwitiyê de kelemçekirî mane û di dema pêdiviyên bingehîn de jî kelemçe hê nehatiye kirin.    DOZGER FERMANA TAYBET DA    Parêzeran, destnîşan kir ku rojnameger li hucreyên yekkesî tên ragirtin û wiha got: “Rewşeke îzolasyonê heye. Heta dema dibin daşirê jî nahêlin rojnameger hev bibînin.”    POLÎS: TIŞTEK BI MIN NABE   Her wiha parêzeran ragihand ku dema 11 rojnameger ji bo girtina şopa tiliyê birin şaxa emniyetê, rojnameger Oznûr Deger ji hêla polîsan ve hatiye derbkirin û di vê navberê de jî hemû rojnamegeran bertek nîşan dane. Parêzeran, got ku komeke polîsan rojnamegerên ji bo şopa tiliyê anîn hundir asteng kirine û komeke ji derve jî êrişî rojnamegeran kirine. Bi domdarî parêzeran bi lêv kir ku polîsan rojnameger Deger li erdê dirêj kirine, ji pişt ve kelemçe kirine, li erdê kaş kirine û bi vî awayî birine cem wesayîta binçavkirinê.    Li ser vê îşkenceyê jî rojnamegeran ji polîsan re got; “Ya ku hûn dikin îşkence ye, em ê serlêdana sûc bikin.” Parêzeran, da zanîn ku amirê polîsan ê îşkence dikir ji rojnamegeran re gotiye; “Ez dewlet im. Hûn kî derê dixwazin herin li wir gilî bikin. Ev 30 sal e ez li vir im. Min çi çepgir û rastgir dîtin li vir. Lê tiştek bi min nebû.”    RAPORA DERBKIRINÊ NEHAT DAYÎN   Parêzeran, diyar kir ku piştî girtina şopa tiliyan jî rojnameger derbasî nexweşxaneyê kirine. Parêzeran, anî ziman ku amirê polîsan li nexweşxaneyê jî heqaret li rojnamegearn kiriye û Deger xwestiye ku rapora derbkirinê wergire lê rapor nehatiye dayîn.