Fîncanci bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin 2022-10-27 12:48:14   ENQERE - Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin.    Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ji ber têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî endamên HPG’ê daxuyanî dabû, duh li Stenbolê hatibû binçavkirin. Fîncanci di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ku da destpêkirin, bi îdiaya "propaganda rêxistinê kiriye" hat binçavkirin. Piştî karûbarên îfadeya Fîncanci ya li dozgeriyê bi dawî bû û dozger bi daxwaza girtinê wê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kir.