Rapora ATK’ê ya Tugluk gihişt ber destê rêveberiya girtîgehê 2022-10-27 12:49:11   STENBOL - Rapora ATK’ê ya derheqê Aysel Tûglûk de ku dibêje “Nikara di girtîgehê de bimîne” gihişt ber destê rêveberiya girtîgehê.    Saziya Tipa Edlî (ATK) derheqê siyasetmedara kurd Aysel Tugluk de ku nexweşa demansê ye û li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kocaeliyê tê ragirtin, rapora “Nikare di girtîgehê bimîne” dabû. Hat zanîn ku rapora ATK’ê gihişt ber destê rêveberiya girtîgehê. Tê payîn ku piştî nivîsa “nikare di girtîgehê de bimîne” ya Dadgeriya Înfazê, dê Tûglûk were berdan.    Malbat û parêzerên Tûglûk ber bi Girtîgeha Kandirayê ve ketin rê.