Binçavkirina rojnamevanan li Şirnexê hat protestokirin 2022-10-27 14:08:16   ŞIRNEX – Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr di daxuyaniya ji bo rojnamevanên hatin binçavkirin de axivî û got: “Heke çapemeniya azad mehkûmî tariyê bêkirin, wê jiyan jî mehkûmî tariyê bê kirin.”    Rêveberên rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Şirnexê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û xebatkarên çapemeniya azad binçavkirina rojnamevanan protesto kirin. Daxuyaniya ji bo protestokirina binçavkirina rojnamevanan li navçeya Qilebana Şirnexê hat dayîn. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî beşdarî daxûyaniyê bû. Pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hat vekirin.    'EM Ê DEST JI VÊ MÎRASÊ BERNEDIN’    Ewilî nûçegihana JinNewsê Sema Çaglak axivî û diyar kir ku çapemeniya azad tu demê li ser rêya heqîqetê rêya xwe şaş nekiriye û got: “Di salên 90’î de li dijî çapemeniya azad êriş derxistibûn asta herî jor. Gelek hevalên me rojnamevan li naverasta kolanan hatin qetilkirin. Buroyên çapemeniyê hatin şewitandin û bombekirin. Ji wan rojan zext, binçavkirin û girtinên li ser rojnamevanan berdewam kir. Armanca van zextan jî ew e ku dengê çapemeniya azad qutbikin. Lê belê wê şagirtên Apê Mûsayan, Gurbetelî Eroszan dest ji vê mîrasê û heqîqetê bernedin.”    Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr jî axivî û bal kişand zextên li ser çapemeniya azad û wiha got: ““Heke çapemeniya azad mehkûmî tariyê bêkirin, wê jiyan jî mehkûmî tariyê bê kirin. Em şopdarên rêya heqîqetê silav dikin.”