ÎHD û OHD: Em ê li dijî binpêkirinan têkoşîna xwe mezintir bikin 2022-10-27 14:24:37   RIHA/ HATAY -  Şaxa ÎHD’a Hatayê û Şaxa OHD’a Rihayê bertek nîşanî binçavkirina Seroka Konseya Navendê ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci da û li dijî binpêkirinan, banga mezinkirina têkoşînê kirin.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi sedema axaftinên derheqê bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve, derheqê Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan bi ser mala Fînanci de girtin û binçav kirin. Fîncanci ku ji Stenbolê anîn Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê, di derengiya saetên êvarê de îfade da û îro di danê sibehê de sewqî edliyeyê hat kirin. Dozgeriyê, piştî îfadeya ku 4 saetan domiya, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayên Silhê kir. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Hatayê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (OHD) a Rihayê bertek nîşanî binçavkirina Fîncanci dan û daxuyanî dan.    Şaxa ÎHD’a Hatayê li avahiya komeleyê daxuyanî da û hevserokê komeleyê Mursel Tonguç Salmanoglû xwest ku Fîncanci di zûtirin demê de were berdan. Her wiha Salmanoglû xwest ku zextên li ser TTB’ê jî bi dawî bibin û banga piştevaniya bi Fîncanci re li raya giştî kir.    Her wiha Şaxa OHD’a Rihayê jî têkildarî binçavkirina rojnamegeran, Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci û hedefgirtina endama OHD’a Îzmîrê Parêzer Aryen Tûran ku ji ber axaftina xwe ya di Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê de hedef hatibû nîşandan, daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya komeleyê hat dayîn. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî piştgirî dan. Daxuyanî ji hêla Rêvebera Navenda Giştî ya OHD’ê Meslîscan Guneş hat xwendin.    Guneş, êrişa li dijî parêzer Aryen Tûran a ji ber dirûşma “jin, jiyan, azadî” bi bîr xist û wiha got: “Bi qetilkirina Jîna Emînî re hemû dinyayê ev dirûşm berz kir. Tu cudahiya zîhniyeta ku tehemûla vê dirûşmê nake ji zîhniyeta rejîma Îranê nîne. Ev zîhniyet dê di sergoya tarî ya dîrokê de winda bibe. Di heman demê de 11 rojnameger bi awayekî hovane hatin binçavkirin, ji pişt ve hatin kelemçekirin, heqaret lê hatin kirin, bi darê zorê serên wan hatin tewandin û rastî miameleyek dermirovî hatin. Xebatên rojnamegeriyê sûc nînin û nabin mijara darizandinê. Lewma divê kedkarên çapemeniyê di zûtirin demê de bên berdan.”    ‘DIVÊ FÎNCANCI WERE BERDAN’   Bi domdarî Guneş balkişand ser binçavkirina Fîncancî û got ku ji ber gotinên wê yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî hatiye binçavkirin. Guneş, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mamoste Şebnemê tevahiya jiyana xwe bo parastina tenduristiya gel derbas kiriye û parastvana mafan e. Axaftinên wê di çarçoveya xalên peymanên navneteweyî de ne ku Tirkiye jî îmze kiriye. Em li vir dîsa radigihînin ku bi parêzerên OHD’ê, TTB, mamosta Şebnem û rojnamegerên binçavkirî re ne. Em soz didin ku dê têkoşîna xwe ya li dijî binpêkirinên mafan mezintir bikin. Banga me ji bo her kesî ew e ku têkoşînê mezintir bikin.”