Temel: Êrişên li dijî çapemeniya azad, parçeyeke şerê qirêjî ye 2022-10-27 15:32:18   AMED - Hevserokê Giştî yê HDP Tayîp Temel di serdana DFG’ê de diyar kir ku binçavkirina rojnamegerên kurd, parçeyeke şerê qirêjî ye û dewleta hewl dide bi girtina rojnamegeran sûcên xwe veşêre.    Cîgirê Hevserokê  Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel û parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun û Îmam Taşçier bi wesîlaya binçavkirina rojnamegerên kurd, çûn serdana Komeleya Rojnamegeran a Diclê Firatê (DFG). Parlamenterên HDP’ê ji hêla Hevseroka DFG’ê Dîcle Murtuoglû û Rêveberê DFG’ê Hakki Boltan ve hat pêşwazîkirin.    Di serdanê de Cîgirê Hevserokê HDP’ê Tayîp Temel axivî û piştevaniya xwe ya bi rojnamegeran re anî ziman. Bi domdarî Temel anî ziman ku binçavkirina rojnamegerên kurd parçeyeke êrişên li dijî gelê kurd û hezên demokrat e û wiha domand: “Armanca wan ew e ku hemû hezên demokrat serî bitewînin. Dixwazin heqîqeta gelê kurd, heqîqeta şerê qirêjî ya li dijî gelê kurd veşêrin. Çend meh berê jî dîsa 16 rojnamegerên kurd hatibûn girtin û kompûter û mîkrofon weke delîlên sûc dabûn nîşandan. Em şahidiya hemû hevalên rojnameger dikin ku ji bo heqîqeta Kurdistanê ji hemû cîhanê re ragihînin bi şev û roj dixebitin. Êrişên li dijî Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS’e jî perçeyeke vê konsepta şer e.”   ‘KONSEPTA ŞERÊ QIRÊJÎ’   Bi domdarî Temel destnîşan kir ku erişa li dijî rojnamegerên kurd perçeyeke êrişên çekên kîmyewî ku li başûrê Kudistanê tê bikaranîne û wiha pê de çû: “Heqîqeta êrişên qirêjî, bi saya nûçegihanên wêrek ku hatine binçavkirin digihije civakê. Em jî heta dawiyê piştgiriyê didin wan hevalên xwe yên rojnameger. Banga me li hemû rojnameger û saziyên rojnamgerên navneteweyî û yên Tirkiyeyê ew e ku li dijî vê êrişa qirêj bertekên xwe nîşan bidin.”   ‘DUH SERÎ NETEWANDIN ÎRO JÎ DÊ NETEWÎNIN’   Temel bal kişand ser binçavkirina Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirkiyeyê (TTB) û got ku ev binçavkirin û binçavkirina rojnamegeran giredayî şerê qirêjî ye. Temel, bi lêv kir ku bi vê helwestê dixwazin civakê bêdeng bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesen ku li dijî desthilatdariya AKP-MHP derdikevin jî rastî, zext, tundî û binçavkirina tên. Di salên 90’î de çapemeniya azad rastî zextên weke îro hatibû. Apê Mûsa, Metîn Goktepe û gelek rojnamegerên ku heqîqet radigihandin hatin qetilkirin. Lê rojnamegerên kurd, çapemeniya azad wê deme jî serî netewandin îro jî natewînin.”   ‘EM BI HEV RE TÊBIKOŞIN’   Piştrê jî Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû axivî û ji bo serdanê, spasiya şandeya HDP’ê kir. Muftuoglû, diyar kir ku êrişên li ser çapemeniye bi piştgirî û tekoşîneke hevpar dikarin bên sekinandin û axaftina xwe wiha qedand: “Desthilatdarî êrişî hemû muxalîfan dike. Ji ber wê jî hewceyê em bi hev re têbikoşîn. Armanca ji êrişên li dijî çapemeniya azad û rojnamegerên kurd, bêdengkirina gelê kurd e. Bi qanûna sansûrê re edî sepanên ku li dijî rojnamegerên kurd dihatin meşandin, li dijî hemû çapemeniyê tên meşandin. Bi binçavkirinên hevalên me dixwazin peyamê bidin hemû civakê. Hevalên me di pêvajoya ku çekên kîmyewî di rojevê de bûn hatin binçavkirin. Sûcê şer ê ku Tirkiye dike, niha di rojeva hemû cîhanê de ye. Di vê pevajoyê de dewletê rojnamegerên ku hemû cîhan ji bikaranîna çekên kîmyewî haydar kirî binçav kir. Bi vê binçavkirinê peyam dan hemû rojnamegeran jî. Heta niha me tu carî serê xwe netewandiye û dê netewînin jî. Ji bo parastina rojnamegeriyê, banga me li hemû hempîşeyên me ew e ku piştgiriyê bidin û em bi hev re têbikoşin.”