Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Mamoste Şebnem rûmeta me ye 2022-10-27 15:59:36   STENBOL - Odeya Bijîşkan a Stenbolê bertek nîşanî binçavkirina Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fîncanci dan ku piştî daxuyaniya têkildarî bikaranîna çekêm kîmyewî hedef nîşandan da û wiha got: “Binçavkirina Mamoste Şebnemê û girtina TTB’ê nayê qebûlkirin. Mamoste Şebnem rûmeta me ye.”   Odeya Bijîşkan a Stenbolê têkildarî binçavkirina Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci daxuyanî da ku ji ber axaftina wê ya têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve derheqê wê de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" lêpirsîn hatibû vekirin û hatibû binçavkirin. Daxuyanî li avahiya odeyê ya li Cagaloglû hat dayîn. Tevî gelek hempîşeyên Fîncanciyê, her wiha Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Alî Kenanoglû û gelek kes di daxuyaniyê de amade bûn. Di civînê de pankarta “Şebnem Korûr Fîncanci ne bi tenê ye” hatibû daliqandin û dovîzên “Min gelek caran îspat kir ku bêdeng namînim" û "Em gotinên Mamoste Şebnemê ne” hatin hilgirtin.    ‘TTB RÊXISTINA SÎWAN A BIJÎŞKAN E'   Di daxuyaniyê de Seroka Odeya Bijîşkan a Stenbolê Nergîs Erdogan axivî û diyar kir ku girtina Fîncanci li dijî hiqûqê ye. Erdogan, anî ziman ku hewldanên ji bo girtina TTB'ê nayên qebûlkirin û wiha got: "TTB’ê di pêvajoya pandemiyê de wek canbexşane xizmeta gelê xwe kir û saziya sîwan a bi sedan bijîşkên jiyana xwe ji dest dane. Şebnem Korûr Fîncanci jî seroka vê saziyê ye.”   ‘BI DESTÊ DESTHILATÊ HATE KIRIN’   Piştre jî serokê berê yê TTB’ê Gencay Gursoy anî ziman ku ew bi xebatên Fîncanci serbilind in û wiha pê de çû: “Cihê şermezariyê ye ku seroka TTB’ê ya têkildarî mijarên tenduristiyê xizmet ji gel re kiriye, ji hêla serokkomar ve weke hedef bê nîşandan."   ‘MAMOSTE ŞEBNEM RÛMETA ME YE’   Serokê Odeya Bijîşkan ê berê Selçûk Erez jî bi lêv kir ku Fîncanci di mijara mafên mirovan de di asteke herî jor de têkoşiyaye û parastvaneke mafê mirovan a mînak e û bêalî ye.      Piştî daxuyaniyê jî beşdar derketin derve û li pêşiya avahiya Odeya Bijîşkan a Stenbolê û bi van dirûşman dawî li daxuyaniyê anîn; "Mamoste Şebnem rûmeta me ye”, “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev", “Dê roj were çerx vegere, AKP dê hesabê bide gel”