Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Edeneyê nivîs li dîwaran hatin nivîsandin 2022-10-27 16:24:02   EDENE - Bi mebesta protestokirina bikaranîna çekên kîmyewî, ciwanan li Edeneyê li ser dîwaran nivîs nivîsandin û bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kirin.     Bi armanca şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî ku ji hêla dewleta tirk ve li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê tên bikaranîn, ciwanan li navçeya Seyhan a Edeneyê li ser dîwaran nivîs nivîsandin. Ciwanan, bi nivîsên weke "Na ji kîmyasalê re" û "Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye" bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kirin.