Danişîna doza malbata Dedeogûllariyê hat taloqkirin 2022-10-27 17:34:48   KONYA - Di doza der barê êrişa nijadperest a li hemberî malbata Dedeogûllariyê de daxwazên parêzeran careke din hatin redkirin. Çendî qeydên 112'ê nû daxilî nava dosyeyê hatibin kirin jî heyeta dadgehê cardin danişînê taloq kir.    Di 12'ê Gulanê de li navçeya Meramê ya Konyayê malbata Çalik û Keleşê êriş biribûn ser malbata Dedeogûllariyê. Di doza têkildarî vê êrişa nijadperest de 9 kes bi awayekî negirtî tên darizandin. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Konyayê hat lidarxistin. Ji Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serhat Eren, parêzerên endamên Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo azadiyê (OHD) û ji malbata Dedeogûllariyê Çetîn Dedeogûllari û xizmên wî tevlî danişînê bûn.    Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Kujer Mehmet Altûn û bersûc Lutfu Keleş û Velî Keleş bi Pergala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) tev lî danişînê bûn.    Di danişînê de ji parêzerên malbata Dedeogûllariyê Abdûrrahman Karabûlût diyar kir ku roja komkujiyê telefona kujer Altûn li navçeya Bozanê sinyal dane û xwest şopa tiliyan a li ser telefonê ku li emaneta edlî ye bê vekolandin. Karabûlût bal kişand ser girteka ku duh daxilî dosyeyê hatiye kirin jî û wiha got: "Deşîfrasyona 45 deqean li 15 rûpelan bi cih kirine. Tiştekî wiha, tê wateya biçûkxistina aqilê me. Em qebûl nakin. Diyalogên ku nayên qebûlkirin hene. Tetikkêş dibêje ez ê 3 an jî 5 kesênd in jî bikujim. Peywirdar dibêje, 'Ez jî ji Konyayê me. Halê tu tê de yî pir li zora min diçe. Axirê tu bi tevdîr çûyî, yan na dê te bikuştana.' Hin qeydên deng jê hatine birîn, lê bi vî awayî jî rezalet e. Ev nayê qebûlkirin. Em dixwazin halê wê yê xam ji me re bê şandin."    Heyeta dadgehê piştî navbereke 5 deqeyan, biryara xwe eşkere kir. Heyetê tevahiya daxwazên parêzeran red kir û biryara danişînê taloqî 17 Mijdarê kir.