ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-28 09:00:07     * Di rapora otopsiyê ya Fîrdevs Babatê de ku li Qilabanê ji aliyê kiryar Ahmet Babat ve hatibû qetilkirin, şopên îşkenceyê hatine dîtin.   * Dayikên Aştiyê ku bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan anîn ziman ku hemû cîhan li hemberî çekên kîmyewî kor, ker û lal maye û gotin ku divê her kes li dijî vê rewşê deng derxe.   * Seroka Komeleya Berîya Her Tiştî Zarok û Jinê parêzer Mujde Tozbeyê der barê zêdebûna komkujiyên li ser jinan ên li herêmê de axivî û wiha got: "Dewlet bi awayekî rêxistinî û sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan."   * Rojnameger Pîrdogan Kemal ku geşedanên li Zap, Metîna û Avaşînê ji nêz ve dişopîne da zanîn ku li herêmê 5 cureyên çekên kîmyewî tên bikaranîn û wiha got: “Dewleta tirk ji ber ku ketiye qadên gerîla poşman bûye û niha asê maye. Li hemberî berxwedana gerîla ya dîrokî ne dikare paş de vegere û ne jî dikare pêş ve biçe."   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar, dê di roja 599’emîn de berdewam bike.    * Geşedanên têkildarî rojnamevanên di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de hatin binçavkirin dê bên şopandin.    * Danişîna doza derbarê Mehmet Altûn ê ku 7 endamên malbata Dedeogûlları qetil kir de dê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê bê dîtin. (09.30)   * Danişîna Doza Kobanê wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê were dîtin. (10.00)   * HDP, HDK û Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG), dê têkildarî “Meşa Mirovahiyê ya li Dijî Çekên Kîmyewî” ya di 6’ê mijdarê de dê li HDP’a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Bi boneya meha 130’emîn a Komkujiya Roboskê wê li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî bê dayîn (13.30)   * TÛAY-DER’a Çûkûrovayê têkildarî çalakiya bi armanca piştevaniya bi malbatan re bikin ku ji aliyê walîtiyê ve hate qedexekirin, wê li ber avahiya komeleyê daxuyaniyê bidin. (14.00)   * TêkildarÎ Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci wê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn. (14.00-19.00)   * 8’êmîn Mîhrîcana Şanoya Amedê wê bi lîstikan berdewam bike. (15.00-20.30)   * Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê, wê bi gotara ji bo bîranîna Migirdîç Margosyan li Dêra Surp Giragosê were lidarxistin berdewam bike. (19.30)