Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna ‘mîhrîcanê’ ji hemû dibistanan re ferman şand 2022-10-28 10:35:13   ŞIRNEX - Qeyûma Şaredariya Cizîrê ji bo organîzasyona ku dê di bin navê “mîhrîcanê” de bê kirin, ji hemû dibistanên navçeyê re ferman şand û li xebatkarên şaredariyê jî ferz kir ku tev li bibin.    Di 30’ê cotmehê de dê li navçeya Cizîr a Şirnexê bi sponsoriya Walîtiya Şirnexê û Şaredariya Cizîrê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, bi navê “Mîhrîcana Muzîkê ya Cizirê By Mr. Dosso Dossi” organîzasyonek bê lidarxistin. Ji bo organîzasyona navborî, hemû saziyên dewletê hatine serferberkirin. Qeyûma Şaredariya Cizîrê Nazli Demîr, ji hemû dibistanên navçeyê re ferman şand ku xwendekar beşdarî organîzasyonê bibin.     Di fermanê de wiha hat gotin: “Di 30’ê cotmeha 2022’yan saet di navbera 17:00-00:00’ande dê li  Parka Mem û Zîn a Cizîrê ‘Mîhrîcana Muzîkê ya Cizîrê’ bê lidarxistin. Têkildarî mijarê bila agahiyên pêwîst li hemû saziyan û dibistan bên parvekirin.”    GEF LI XEBATKARAN HATIN XWARIN   Di heman demê de tevahiya xebatkarên şaredariyê ji bo organîzasyonê hatin peywirdarkirin. Hat zanîn ku Midûriyeta Karên Çandî û Civakî ya Şaredariyê gef li xebatkarên ku nexwestin tev li organîzasyonê bibin, xwarin. Hat ragihandin ku gefa sirgûn û derxistina ji kar li xebatkarên ku naxwazin tev li organîzasyonê bibin hatiye xwarin.