'Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, mamoste Şebnem rûmeta me ye’ 2022-10-28 10:57:13   ÎZMÎR - Endamên Halkevleriyê banga xwedîderketina li Şebnem Korur Fîncanci û rojnamegerên binçavkirî li her kesî kirin û li ser dîwarên Karşiyakayê nivîsa “Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, mamoste Şebnem rûmeta me ye” nivîsandin.    Halkevlerî ya Îzmîrê bi mebesta protestokirina girtina Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ku ji ber nirxandinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê hatibû girtin û binçavkirina rojnamegerên kurd, çalakî li dar xist. Endamên Halkevleriyê di vapûra di navbera Konak-Karşiyakayê seferan dike bangî gel kirin û wiha gotin: “Desthilatdarî her tim TTB’ê hedef digire û êriş dike. Yên ku ji Geziyê heta niha bijîşktiya pispor hedef digirin, Şebnem Korur Fîncanci girtin. Yên ku hewl didin wê bêîtîbar bikin, 11 rojnameger jî binçav kirin. Em ê li her deverê heqîqetê biqîrin. Li dijî şerê qesrê yê AKP’ê em ê aştiyê biparêzin. AKP her ku têk diçe bêhtir êriş dike. Lê em ê hev bêhtir bigirin, ji bo mamoste Şebnemê bêhtir bibêjin ‘bikaranîna çekên kîmyewî sûc e.’ Banga me li we tevan ew e ku hûn ji bo mamoste Şebnem û rojnamegerên binçavkirî dengê xwe bêhtir derxînin.”    Welatiyên di vapûrê de jî bi çepikan piştgirî dan endamên Halkevleriyê.    Her wiha endamên Halkevleriyê li kolanên Karşiyakayê jî nivîs nivîsandin. Li ser dîwaran nivîsên weke “Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, mamoste Şebnem bi tenê nîne” , “Em heqîqetê diqîrin. Mamoste Şebnem rûmeta me ye” û "Bijîşktiya pispor nayê darizandin” hatin nivîsandin.