Rojnamevanên di bin çavan de birin Edliyeya Enqereyê 2022-10-28 11:26:39   ENQERE - 10 rojnamevanên ku di çarçoveya lêpirsîna navênda wê Enqere de hatibûn binçavkirin, piştî 4 rojan birin Edliyeya Enqereyê.    Di 25'ê cotmehê de nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger û Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî û Mehmet Gunhanê ku demekê li MA'yê stajerî kiribû bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin.   LI DIJÎ ÎŞKENCEYÊ ÎFADE NEDAN   Rojnamevanên ku duh hate xwestin li miduriyeta polîsan îfadeyên wan bên wergirtin, bi lêv kirin ku li dijî pêkanînên îşkenceyê yên bi serdegirtina malan destpêkirin û li miduriyeta polîsan berdewam kirin, dê li dozgeriyê îfade bidin.    Rojnamevanên ku kirariyên wan ên miduriyeta polîsan temam bûn, piştî 4 rojan birin Edliyeya Enqereyê. Tê payîn ku li dozgeriyê îfadeya wan bê wergirtin.