Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin 2022-10-28 11:34:23   MÊRSÎN - Li Mêrsînê di serdegirtinên malan de 9 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê daye destpêkirin de derbarê 11 kesan de bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirine” biryara binçavkirinê hat derxistin. Di çarçoveya vê biryara binçavkirinê de vê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin û li malan lêgerîn hat kirin. Polîsan, kesên bi navê Firaz Aka, Şiyar Ogûz û 7 kesên navê wan nehat zanîn kirin binçavan û ew birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê.