Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin 2022-10-28 12:02:41 RIHA - Malbata Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê de diyar kir ku dê tarîtiya heyî bi rêya edalet û hiqûqê ronî bikin.  Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kirin û di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetil kirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, ji bo darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar ku di hucreye yekkesî de tê ragirtin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 599’an de berdewam kir.    'EM Ê TARÎTIYÊ RONÎ BIKIN’   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Ji bo dinyayeke baştir, ji bo ronîkirina tarîtiyê me li pêşiya Edliyeya Rihayê çirûska ewil vêxist. Cihê ku edalet lê nebe, ew der tarîtî ye. Em ê tarîtiyê bi rêya ‘edalet û hiqûqê’ ronî bikin. Nobeta me di roja 599’an de ye...”