Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da 2022-10-28 14:35:15   COLEMÊRG - Wezareta Karên Hundir operasyona ku di 25'ê îlonê de li gundê Sorê yê Geverê hatibû destpêkirin û ket roja sêyemîn ragihand ku weke nû hatiye destpêkirin.   Walîtiya Colemêrgê di 24’ê îlonê de bi hinceta “ewlehî û nîzamê pêk bînin” li gundên Sorê û Zêvkan ên navçeya Gevera Colemêrgê weke herêmên “ewlehiya taybet” ragihand û derketina deşt û zozanên van gundan qedexe kir. Bi biryara qedexeyê re gelek leşker ber bi vê herêmê ve hatin sewqkirin û tevgera helîkopteran jî hêj didome. Di heman rojê danê sibehê de li dijî gundên Tilorana Jor, Tilorana Jêr, Yêkmala Jêr, Pagê, Kuçe, Hirmîn, Mitirban, Meşkan, Mûşan, Kendalok û Wargenima yên Geverê operasyoneke leşkerî hat destpêkirin. Operasyona leşkerî ya di roja 3’yemîn de li ser herêmên navborî didome û liv û tevgera leşkerî hêj jî berdewam dike.   Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Walîtîya Bajêr ve 26’ê Îlonê danê êvarê hat dayîn de, li 13 gundên navçeyê operasyon hat destpêkirin û di roja sêyemîn de ye, biryara "Herêma Ewlekariya Taybet" a ji bo hemû zozanên gundên Sorê û Zêvkanê hatibû wergirtin, hat betalkirin. Walîtiyê di hinceta biryara betalkirinê de wiha got: “Cihên ku wekî Herêmên Ewlehiya Taybet hatibûn ragihandin ji ber ku di 26'ê cotmeha 2022'yan de operasyona hatibû destpêkirin bi dawî bû ji Herêma Ewlekariya Taybet hatin derxistin.”   WEZARETÊ WALÎTÎ DEREWAND   Walîtiya Bajarê her çiqasî bi biryara betalkirinê diyar kir ku operasyon bi dawî bûye jî, hate dîtin ku piraniya leşkeran ku roja ewil çuyîbûn herêmê derbasî li Çiyayê Şîşol û zozanên Govê bûne. Leşker ev 3 roj in bê navber xebatên xwe yên lêgerîn û mêzekirinê dimeşînin. Di daxuyaniya ku Wezareta Karên Navxweyî ya îro dayî de, operasyona ku 3 roj in didome, ragihand ku weke nû hatiye destpêkirin. Wezareta Karên Navxweyî di daxuyaniya xwe de wiha got “Li Colemêrgê bi tevlêbûna 688 personelan 'operasyona Eren Abluka Sonbahar Kış-5-Keçili' ya bi ser navê leşkerê Cevdet Ozdaş hat destpêkirin.” Wezaretê, operasyona ku ji aliyê Walîtiya Bajêr ve hate ragihandin ku di 26'ê îlonê de bi dawî bûye, piştî 2 rojan dît.