Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin 2022-10-28 15:51:19   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin.    Siyasmetdara kurd Aysel Tûglûk a bi nexweşiya demansê ketiye duh ji Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F’yê hat berdan. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek serdana Aysel Tûglûk ku çû Stenbolê kirin. Bûldan li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ji serdanê wêneyek belav kir û got: “Me serdana hêja Aysel Tûglûk kir. Em hêvîdarin wê tavilê bigihîje selametiya xwe.”