Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan 2022-10-28 16:33:13   ÊLIH - Sê endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê yên li Êlihê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Duh di serdagirtinên malan de endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bariş Avşar, Mûhammet Sevaci û Fîkret Soysal piştî karûbarên îfadeyên li Midûriyeta Polîsan a Êlihê, sewqî edliyeyê hatin kirin.    Sê ciwanên bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirinê” sewqî edliyeyê hatibûn kirin, piştî karûbarên îfadeya dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê hatin kirin. Dadgeh bi şertê kontrola edlî biryara berdana her sê ciwanam da.