Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin 2022-10-28 16:47:45 ENQERE - Îfadeyên rojnamegerên ku anîn Edliyeya Enqereyê ji hêla 8 dozgerên haya wan ji dosyayê neyî ve tên girtin. Dê biryarê jî dozgerê lêpirsînê yê ku di îfadeyê de cih negirtî bide.    Di 25’ê cotmehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de bi ser malên rojnamegeran de hatibû girtin û Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim, Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger û Mehmet Gunhan ku demekî kin li buroya MA’yê ya Enqereyê stajerî kiribû hatin binçavkirin. Kar û barên îfadegirtinê yên rojnamegeran a li dozgeriyê berdewam e.    Îfadeyên Dîren Yurtsever, Denîz Nazlim, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceyhan Şahînlî, Oznûr Deger û Mehmet Gunhan ji hêla 8 dozgerên ku saetek beriya îfadeyê ji dosyayê bûyî hatin girtin. Îfadeyên Selman Guzelyuz û Habîbe Eren jî ji hêla dozgerê lêpirsînê ve tên girtin.    Hat zanîn ku dê her dozgerek dê ji berê xwe ve derheqê rojnamegeran de nirxandinê bike û ji dozgerê lêpirsînê re bişîne. Dê dozgerê lêpirsînê jî ku tev li îfadeya rojnamegeran nebûye jî bi “alîkariya” 8 dozgeran biryarê bide.