Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî 2022-10-28 19:51:41   ŞIRNEX - Li Cizîrê salvegera 'komarê' bi wesayîtên zirxî hat pîrozkirin. Di dema çûna wesayîtên zirxî de rê li çûnûhatinê hatin girtin.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 29’ê Cotmehê "Cejna Komara Tirkiyeyê" bi konvoyeke ji wesayîtên zirxî pêkhatî hat pîrozkirin. Konvoy ji aliyê qeyûmê tayinî Şaredariya Cizîrê hatiye kirin hat lidarxistin. Konvoy ji ber şaredariyê dest pê kir heta Pira Cizîrê dewam kir.   Di dema konvoyê de gelek rê li çûnûhatinê hatin girtin û  peya û ajovanên bajêr zehmetî kişandin.