ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-29 09:00:04     * Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu diyar kir ku AKP ji ber ku nikare li herêmê li pêş bikeve kîmyasalê bikar tîne û li ser sûc hatiye girtin û bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye rastî ye.    * Li Girtîgeha Xarpêtê înfaza girtî Ramazan Kaya, Tarik Çaytaş û Mehmet Îzgîş cara duyemîn hat dirêjkirin.    * Di ser koça dawî ya kedkarê çapemeniya azad Mamoste Qedrî re 4 sal derbas bûn. Rojnameger Rêdûr Dîjle ku behsa wî kir got: "Bi rastî mamoste bû. Bi keda xwe, bi helwesta xwe rênîşanderekî mezin bû û navenda çareseriyê bû."    * Li Êlihê nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan û gotin ku kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin.    * Muzîkjen Mazlûm Anaç, li bajarên wekî Sûr û Cizîrê lidarxistina "mîhrîcanan" wekî parçeyeke konsepta şerê taybet nirxand û got ku bi vê armanc vemalaştina bîra civakî ye.    * Di dosyeya têkildarî qezaya li Dêrikê de ku 20 kesan jiyana xwe ji dest dabû, hat xwestin ku ji 5 salan heta 15 salan ceza li 2 jê ajovan 5 kesan bê birîn. Her wiha der barê kesên ihmalkar de jî tu tişt di dosyeyê de tune ye.   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 600'emîn de li Fûara Pirtûkan a Mêrsînê bi çalakiya li dar bixe dê bidome. (11.00-18.00)   * DFG, dê kedkarê çapameniya kurd Mamoste Qedrî Kaya li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoya Amedê bi bîr bîne. (11.00)   * Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Îzmîrê dê têkidlarî "Meşa mirovî ya li dijî çekên kîmyewî" bê lidarxistin, daxuyanî bidin çapemeniyê. (11.00)   * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 918’emîn de çalakiya xwe ya bi daxwaza ku aqûbeta windakiriyan bipirsin û faîl bên darizandin bi awayekî online pêk bînin. (12.00)   * Çalakiyên malbatên windakiriyan ên “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” dê li Amed û Êlihê wek her hefteyê berdewam bike. (12.00-13.00)   * ÎHD'a Enqereyê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li ber Sumerbanka ya li Konakê daxuyanî bide. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê dê çalakiya xwe ya "Rûniştina F" li ber avahiya komeleya xwe li dar bixe. (13.30)   * Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li ber Şaxa ÎHD'ê yê Enqereyê daxuyaniyekê bide. (13.30)   * Mihrîcana Şanoyê ya Amedê wê di roja 10’emîn de berdewam bike. (15.00-22.00)