Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin 2022-10-29 09:01:16   AMED - Li Girtîgeha Xarpêtê înfaza girtî Ramazan Kaya, Tarik Çaytaş û Mehmet Îzgîş cara duyemîn hat dirêjkirin.    Girtîgehên Tirkiyeyê bi binpêkirina mafê girtiyan û şewitandina înfaza girtiyan di rojeve de ne. Li Girtîgeha Xarpêtê ya Tîpa F'yê ya bi Ewlekariya Bilind înfaza girtiyên bi navê Ramazan Kaya, Tarik Çaytaş û Mehmet Îzgîş cara duyemîn hat dirêjkirin. Girtiyan ji bo vê serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) aŞaxa Amedê dan.   Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Parêzer Ercan Yilmaz diyar kir ku di meha Heziranê de wan jî piştî serlêdana girtiyan a li komeleyê, sedema dirêjkirina înfazê ji Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê pirsî ne û serdozger jî piştî 4 mehan bersiv daye û gotiye, "Li gor rêziknameya Rêveberiya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Xarpêtê her çi qas der barê girtiyan de ku înfaza wan hatiyê dirêjkirin, cezayê dîsîplînê tune be jî, ‘rewşa baş' ne tenê li gorî cezayê dîsîplîne, hin pîvanine din jî hene.’    ‘BIRYARINE DIJHIQÛQÎ'   Parêzer Yilmaz bi lêv kir ku ji bersiva serdozger jî diyar e ku ew biryar li dijî hiqûqê ye û ev tişt gotin: “Li gorî hiqûqê ji bo meriv bikaribe der heqê kesekî/ê de biryara ‘rewşa baş’ bide pewîst e meriv an li biryarên dadgehê binêre an jî li cezayên dîsîplîne binêre, lê gotina, ‘cezayê dîsîplîne têrî rewşa baş nake pîvanine din jî hene' li derî hiqûqê ye. Ka em nizanin bê pîvanin din çi ne. Piştî 2021’ê li girtîgehan lijneyên îdare û çavdêriyê ava bûn. Bi vê re serdan û giliyên girtiyan jî zêdetir bûn. Lîjneyên îdare û çavdêriyê yên girtîgehan bi biryarên keyfî înfaza girtiyan dişewitîne.”   ‘BI KEYFÎ ÎNFAZA GIRTIYAN DIRÊJ DIKIN’   Bi domdarî Yilmaz destnîşan kir ku lîjneyên îdare û çavderiyê yên girtîgehan pirsên derî hiqûqê ji girtiyan dikin û bersivan dikin hincet ji bo şewitandina înfaza girtiyan. Yilmaz got: “Di qanûna Tirkiyeyê de tê gotin ku tu kesek ne mecbûr e fikra xwe bibêjê û tu kes jî nikare tiştekî lê ferz bike ku fikra xwe bibêje. Lê Lîjneya Îdare û Çavderiyê ji girtiyan pirsên wekî ‘Abdullah Ocalan ji bo we çi ye? Hûn der heqê PKK'yê de çi difikirin? Dema hûn ji girtîgehê derkevin hûn ê çi bikin?’ dike. Heke bersivên girtiyan ne li gorî wan be jî înfaza girtiyan dirêj dikin. Li gor serdanên girtiyan ên li komeleyê, kincên girtiyan jî dikin hinceta dirêjkirina înfazê. Di mayîna di qawîşa girtiyên sîyasî de jî dibe sedema dirêjkirina înfazê. Lê di qanûnan de tiştekî wiha tune ye. DMME'yê der barê girtîgehan de gelek biryarên binpêkirina mafan daye. Lê dîsa jî binpêkirina mafê girtiyan bi heman awayî berdewam dike. Ji ber wê divê lijneyeke bêalî bê avakirin û der barê înfaza girtiyan de jî ew biryarê bide."   ‘DIVÊ GIRTÎGEH JI SAZIYAN SIVÎL RE VEKIRÎ BIN’   Di dawiya axaftina xwe de Yilmaz anî ziman ku divê girtîgeh ji rexistin û saziyên sivîl re bên vekirin û wiha got: “Ji bo ku îdiayên der barê binpêkirinên mafên girtiyan de bên lêkolînkirin divê girtîgeh ji rêxistinên sivîl û saziyên mafên mirovan re vekirî bin û komîsyonêk jî bê avakirin."