Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin 2022-10-29 11:15:05   ŞIRNEX - Îro danê sibehê li Cizîrê di avêtina ser malan de 9 kes hatin binçavkirin.    Îro danê sibehê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsên taybet avêtin ser malan. Di avêtina ser malan de Hozan Gokalp, Tatar Gokalp, Ridvan Turel, Nûrûllah Kûramî, Recep Tûran, Gogan Geçgel, Bûrhan Macak, Ahmet Turug û Ceger Cagînî hatin binçavkirin.   Hat diyarkirin ku polîsan welatiyên ku sedema binçavkirina wan nehat hînkirin birine midûriyeta polîsan a navçeyê.