Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn 2022-10-29 12:04:14 AMED / ÊLIH - Xizmên windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê çalakiyên xwe domandin. Xizmên windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bi bîr anîn û daxwaza edaletê dubare kirin.    Xizmên windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 716’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan      ‘GIRTINA ROJNAMEVANAN ASTA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ NÎŞAN DIDE’    Beriya xwendina serpêhatina qurbaniyên Qetlîama Licê, rêveberê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz axivî û bal kişand ser girtina Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncancî û 9 rojnamerên kurd ên nûçegihanên Ajansa Mezopotamya JINNEWS’ê û got ew van girtinan qebûl nakin. Yilmaz derbarê girtinan de wiha axivî: “Mamoste Şebnem ji ber ku derheqê çekên kîmyewî de axivî ye wê kirin hedef. Tişta ku gotiye di çarçoveya pisporiya ku dike de gotiye û meseleyê bi pisporî şîrove kiriye. Em dizanin ku têkoşîna mafê mirovaan xebatek bi rîsk e. Faîl kî dibe bila bibe em ê li dijî sûcên mirovahiyê têkoşîna xwe bidomînin. Em li cem mamoste xwe ne û divê demildest bê berdan. 9 rojnamegerên hatin girtin dide nîşandan ku zextên dewletê li ser çapemeniya azad d içi astê de ne. Em dixwazin ku rojnamegerên hatin girtin tavilê bên berdan.”    QURBANIYÊN QETLÎAMÊ HATIN BIBÎRANÎN    Pişt re rêveberê ÎHD’a Amedê Yusuf Erdogan serpêhatiya qurbaniyên Qetlîama Licê xwend û ji bo qurbaniyan edaletê xwest.    Li navçeya Licê ya Amedê di sala 1993’yan de ji aliyê leşkeran ve tevahiya navçeyê tê dorpêçkirin û piştre jî tê şewitandin. Di bûyerê de zarokên hê 2 û 4 salî jî di nav de heta kal û pîr tên kuştin. Navên qûrbaniyan wiha ne: “Tulay Canturk (66), Tahîr Kozat (70), Zana Mercan (16), Suna Canturk (4), Dilbirîn Canturk (2,5), Huseyîn Canturk (66), Alî Canpolat (25), Huseyîn Boga (34), Salîh Boga (29) M. Rezzak Yildirim (65) Abdullah Îzgî (40) Mehmet Kaya (32) Mustafa Çakir (40), Zana Çakir (15), Halîl Dogan (70) Îmam Mehdîn Guler (47) û Mamoste Nurettîn Soyer”   Piştî daxuyaniyê deqîqeyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    ÊLIH   Li Êlihê jî Xizmên Windayan û rêveberên şaxa ÎHD’ê di hefteya 552’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya MafêMirovan a li serê Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Abdurrahman Coşkûn ê di 29’ê cotmeha 1995’an de li gundê Dîlanê ya bi ser navçeya Kerborana Mêrdînê ve ji malê hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn. Rêveberê ÎHD’ê Ercan Başer daxuyanî da û û destnîşan kir ku ew ê li aqûbeta windayan her bipirsin da ku edalet bicih tê.    Başer serpêhatiya windakirina Coşkûn xwend û dema ew hatiye girtin xwendekarê dibitana navîn bûye û piştî leşkeran ew ji malê binçav kiriye û birine û wî winda kirine û tu agahî jê nehatiye girtin.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.