Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê 2022-10-29 12:32:44   STENBOL - Parlementerê HDP'ê yê berê Sirri Sureyya Onder û siyasetmedar Ahmet Turk û Sirri Sakik çûn serdaniya Aysel Tûglûkê.   Siyasetmedar Aysel Tûglûk ku li Girtîgeha Kandira ya Hejmara 1 a Tîpa F'yê nexweşîna demansê lê peyda bûbû, piştî Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" da wê, duh na pêr ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Kocaeliyê ve hat berdan. Tûglûk ku li Stenbolê tedawî dibe, parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Sirri Sureyya Onder û siyasetmedar Ahmet Turk û Sirri Sakik çûn serdaniya wê.   Sakik wêneyê serdanê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal belav kir.