Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir 2022-10-29 15:17:50   WAN - Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê bi boneya 9 rojnamevan hatin girtin serdana buroya MA’yê û JINNEWS’ê yên Wanê kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.    Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, li dijî girtina 9 rojnamevanên kurd ên nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê serdana buroya MA’yê ya wanê kirin û piştgiriya xwe anîn ziman. Ji pêkhateyên Platformê Mûrat Atabay diyar kir ku her daîm xebatkarên çapemeniya azad ku rastiyê dinivisînin û ji ber vê yekê dibin hedef û tên girtin. Atabay got ew ê li dijî vê her tim piştgiriyê bidin çapemeniya azad.    Nûçegihanê MA’yê Adnan Bîlen bo serdanê spasî li mêvanan kir û destnîşan kir ku ew ê tevî hemû zextan û astengiyan jî dê heqîqetê binivisînin û rastiyan derxin holê.