Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin 2022-10-29 15:25:00   ÎZMÎR - ÎHD'ê diyar kir ku girtiyê nexweş Şemsettîn Ekîncî yê 73 salî yê di Girtîgeha Menemenê de nayê dermankirin û bang kir ku demildest Ekîncî bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya 263'yan ku du hefteyan carekê li dar dixe, li ber Sumerbanka Berê ya Konakê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nebe, nebe şirîkê vî sûcî" nivîsandî hat vekirin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li ser rewşa girtiyê nexweş Şemsettîn Ekîncî yê 73 salî ku di Girtîgeha Menemenê ya Tîpa R'yê de ye hat sekinandin.    NAYÊ DERMANKIRIN   Serokê Komeleya ÎHD'ê ya Şaxê Îzmîrê Zafer Încîn axivî. Încîn bal kişand ser tenduristiya Ekîncî û wiha got: "Tansiyon û şekir pê re heye. Di Çileya 2017'an de ji ber ku demarên mêjiyê wî xitimîne krîz derbas kiriye û dermanên ronkirina xwînê dane wî û ew şandine. Di sala 2018'an de li qawîşê nerihet bûye û ew rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Çîgîlê û li vir xwîn çûye ser mêjiyê wî. Mudaxile hatiye kirin, lê ji hêla çepê ve felcî bûye û niha nikare rabe ser pêyan. Ekîncî berê jî gelek caran sewqî ATK'ê hatiye kirin, lê tenç rapora 'nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne' dane wî û daxwazên ji bo taloqkirina înfaza wî jî hatine redkirin."    'DIVÊ BÊ BERDAN'   Încîn bilêv kir ku her wiha çavên Ekîncî jî baş nabînin û wiha got: "Ji ber dermankirinê zêdetirî 4 meh in li Girtîgeha Menemenê ya Tîpa R'yê tê girtin, lê ji bo dermankirina wî tiştek nayê kirin û bereksê wê tenduristiya wî xirabtir dibe. Ji bo çavê çend caran çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyûrtê, lê heya niha bi tu awayî nehatiye dermankirin."    Încîn destnîşan kir ku demildest divê Ekîncî bê emeliyatkirin û ji bo bê dermankirin bê berdan.   Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.