Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê 2022-10-29 15:56:03   ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê, tayinkirina qeyûman şermezar kir û got: "Hikûmeta AKP'ê ya dizek çi dike bila bike, dê bi ser nekeve. Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, bi boneya salvegera tayinkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Cizîrê, tayinkirina qeyûman bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya HDP'a Cizîrê hat dayîn. Rêxistina HDP'ê ya bajêr û navçeyan, parlementerên HDP'ê Nûran Îmîr û Hasan Ozguneş, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêvebirên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê hemû kuçeyên ber bi avahiya HDP'a navçeyê ve ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û polîsan got ku dê nehêlin daxuyanî li ber avahiya partiyê bê dayîn. Piştî vê girse û polîs ketin qirika hev. Girseyê tevî parlementerên HDP'ê Hasan Ozguneş û Nûran Îmîrê dorpêça polîsan derbas kir. Piştî rageşiyeke demkurt polîs ji ber avahiya partiyê vekişiyan. Bi vekişîna polîsan re daxuyanî li ber deriyê avahiya partiyê hat dayîn.    ‘DÊ XEYALÊN WAN DI QIRIKA WAN DE NEÇIN XWARÊ'   Di daxuyaniyê de ewilî Hevşaredara Cizîrê ya qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin Berîvan Kûtlû axivî. Kûtlûyê bibîr xist ku berê jî qeyûm tayinî Şaredariya Cizîrê hatiye kirin, lê gelê Cizîrê ji vîna xwe daneketiye xwar û cardin hevşaredarên xwe yên HDP'î bijartine. Kûtlûyê bilêv kir ku lê piştî demeke kurt, di 29'ê Cotmeha 2019'an de cardin qeyûm tayinî şaredariyê hatiye kirin û wiha got: "Desthilata AKP'ê, qeyûm tayinî şaredariyên ku nikaribû bi hilbijartinê bi dest bixe kirin. Xwest bi rejîma qeyûmtiyê dest deyne ser vîna gelê Cizîrê. Lê hikûmeta AKP'ê ya dizek çi dike bila bike, dê bi ser nekeve. Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê."    Hevşaredar Mehmet Zirig ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin jî axivî. Dema Zirig diaxivî ji aliyê polîsan ve cismek hat avêtin ku tê texmînkirin perçeyeke fîşekê ye. Cism li Parlementerê HDP'ê Hasan ozguneş ket. Ozguneş got ku ya lê ketiye perçeyeke fîşekê ye. Piştî vê girse û polîs qederekê ketin qirika hev.