Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin 2022-10-29 16:11:58   ENQERE - Mehmet Gunhan ê ku 4 rojan bi 9 rojnamevanan re di binçavan de ma û hat berdan diyar kir ku çapemeniya azad xeta heqîqetê diparêze û got: “Bi girtina rojnamevanan dixwazin mafê azadiya wergirtina nûçeyan a gel asteng bikin.”    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabû destpêkirin de di 25'ê cotmehê de Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger duh bi şev bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Mehmet Gunhan ê ku demekê di MA’yê de stajyerî kiribû jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.    Gunhan ê ku 4 rojan bi 9 rojnamevanan re di binçavan de ma û hat berdan behsa bêhiqûqiya li ser wan pêk hatiye kir.    Gunhan bi bîr xist ku polîsan serê sibeha 25’ê cotmehê li Manîsayê ew kirine binçavan û di serdegirtina mala wî de pirtûkên wî û rojnivîska wî desteser kirine û lênûska wî ya ku helbest lê nivîsandine demek dirêj li serê hatiye lêkolînkirin.    BIJÎŞK RAPORA ŞOPA KELEMÇEYÊ NEDAYÊ   Gunhan anî ziman ku piştî wî kirine binçvan birine nexweşxaneyê û ji bijîşk re gotiye divê bi kelemçekirî wî muayene nekin û bêyî ku bijîşk raporê amade kiriye û ew wek xwendekarek dibe şaşwaz li vê rewşê nihêriye.    LI ENQEREYÊ TUNDIYÊ DEST PÊ KIR    Gunhan destnîşan kir ku binpêkirinên mafan bênavber li ser hev zêdetir dibin û piştî wî anîne Enqereyê neheqiyê li dijî wî zêdetir bûne û dema wî anîne balafirgeha Enqereyê bi gefên polîsan re rûbirû maye û polîsan çêrî wî kiriye.    Gunhan got wî dîtiye heman polîsan neheqî li rojnamevan Hakan Yalçin jî kirine û xwestine Yalçin bitirsînin û xofê li serê çêkin.    BI ENDAMÊ HTŞ’Ê RE DI HEMAN QAWIŞÊ DE BÛNE    Gunhan diyar kir ku ew û Denîz Nazlim, Emrûllah Acar û Hakan Yalçin bi yekî endamê HTŞ’ê re di heman nezaretxaneyê de hatine ragirtin. Gunhan da zanîn ku wan roja ewil nizanibûye bi çi tên tawanbarkirin û polîsan heqaret li pîşeya rojnamevanan û wan kiriye.    GEFA KUŞTINÊ LI DEGER HATIYE XWARIN    Gunhan behsa tundî û neheqiya polîsan di nezarexneyê de li wan kiriye kir û destnîşan kir ku polîsan îşkence li rojnamevan Oznûr Deger kiriye û her wiha gefa kuştinê lê xwarin e. Gunhan got ji ber ku polîsan qevdika destên wî şidandiye hê jî diêşin û bijîşk vê êşandina qevdika destên wî di raporê de diyar nekiriye.    MÎZANSENA POLÎSAN    Gunhan diyar kir ku polîsan heta jêpirsîna li dozgeriyê nehiştiye rojnamevan hev bibînin û got: “Di jêpirsînê de xwestin mîzansenekê çêbikin. Tevî ku em li dijî derketin jî lê me ji pişt ve kelemçe kirin. Bi qasî 90 metreyî me meşandin û me xistin yek rêzê. Ji her me yekê re şewqeyek anîn û heta me xistin hundirê otobusê dîmenên me girtin. Çawa ku me li otobusê siwar kirin, şewqeyan berhev kirin.”    ‘XETA AJANSA MEZOPOTAMYA EŞKERE YE’   Gunhan destnîşan kir ku dema ew li benda jêpirsînê hatibûn sekinandin hê nû hemûyan hev dîtine û li halê hev pirsîne û wiha got: “Tişta li wir hat darizandin êdî eşkere bûbû ku rojnamevanî ye. Denîz Nazlim û Bêrîvan Altan behsa wê kêliya ku serê wan tewandine kirin. Wan jî diyar kir ku xwestine serê rojnamevaniyê bitewînin. Lê hevalan bi berxwedana xwe mîzansena wan pûç kirin. Hemû hevalan bi salan nûçeyên binpêkirinên mafan çêkirine. Vê carê mafê wan bi xwe hat binpêkirin. Lê hevalan destûr neda ku mafê rojnamevaniyê bê binpêkirin. Hevalên rojnamevan di binçavan de jî hewl dan rûmeta xwe û pîşeya xwe biparazin û parastin jî. Ev jî xeta Ajansa Meztopotamyayê eşkere da nîşandan.”    KÊFA WAN LI CIH BÛ    Gunhan anî ziman ku her çiqas her 9 hevalên wî rojnamevan hatin girtin jî lê bi kêf û kelecan bûn û serê xwe netewandin. Gunhan got hevalên wî rojnamevan jê re gotine ew ê li girtîgehan jî nûçeyan çêkin û bişînin.    ‘LI DIJÎ XETA WAN ÇAPEMENIYA AZAD HEYE’    Gunhan diyar kir ku dema girtina rojnamevanan manidar e û got: “Li Tirkiyeyê tê xwestin ku gelek tiştan bikin yek tîp. Lê çapemeniya azad li dijî vê xetê ye û dixwazin bi bêdengkirina rojnamevanan yek tîpê pêk bînin. Dixwazin çapemeniya azad jî li gorî xwe dizayn bikin. Ajansa Mezopotamya ji wan ajansan e ku gelek nûçeyan derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de serwîs dike. Ev binçavkirin û girtin jî bi vê yekê ve girêdayî ye.”   AZADIYA WERGIRTINA NÛÇEYAN A GEL    Gunhan destnîşan kir ku di 4 mehên dawî de 26 rojnamevanên kurd hatin girtin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Hevalên min ku hatin girtin, di rojnamevaniyê de gelek tişt fêrî min kirin. Ez her çiqas li Manîsayê xwendekar bim jî lê ez wek deynek di stûyê xwe de dibinim ku ez ê hewl bidim bi nûçegihaniya dilxwazî ya Ajansa Mezopotamyayê bikim û şûna hevalên xwe tije bikim. Tijekirina vê valahiyê ne hêsan e û divê mirov bi piratîkê şûna hevalê xwe tije bike. Îro tişta ku hatiye girtin ne rojnamevan in astengkirina mafê azadiya wergirtina nûçeyan a gel e.”    MA / Firat Can Arslan