Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin 2022-10-29 16:32:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvanên mafê mirovan bertek nîşanî girtina Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci dan û di şexsê Fîncanci de pêvajoya zilmê xwe bi eşkere nîşan daye.    Nerazîbûn li dijî girtina Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci berdewam dike. Girtina Fîncanci li Wan û Stenbolê hat protestokirin.    WAN   Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê daxuyanî dan. Endama Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Ayfer Bostan daxuyanî xwend û diyar kir ku pêvajoya zilmê di girtina Fîncanci de hatiye duarekirin û îktidar dixwaze bi girtin, cezakirin, bêdengkirinê xwe bigihîne hilbijartina 2023’yan. Bostan destnîşan kir ku Fîncanci rûmeta wan e û ew ê her mafê tenduristiya gel biparêzin û li ber îşkenceyê rabin.    STENBOL   ÎHD’a Stenbolê jî civîna çapemeniyê li dar xist û xwest Fîncanci bê berdan. Li ser Tora Piştevaniya Wernicke Korsakoflar û Girtiyên Kevn (WKS) Ferît Barût daxuyanî da. Barût bertek nîşanî girtina Fîncanci û hedefnîşandana TTB’ê da û destnîşan kir ku mamosteya wan Şebnem bi tawanbariya bêbingeh re rûbirû maye û bi awayek neheqî hatiye girtin û divê tavilê dest ji vê xeletiyê bê berdan û bê berdan.