Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide 2022-10-29 22:23:17   ENQERE - Xwendekarên ODTU’yê ji bo piştevaniya bi nûçegihanên MA û JINNEWS’ê yên hatin girtin re pankarta “Çapemeniya Azad li ber xwe dide” bi Stadyûma Şoreşê ve daliqandin.     Xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) bi armanca piştgiriyê û şermezarkirina girtina nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê li Stadyûma Şoreşê pankarta ku li ser “Ji Apê Mûsa û vir ve Çapemeniya Azad li ber xwe dide” dinivîsî daliqand.