Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin 2022-10-30 09:04:13   RIHA - Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û qedexeya nû ya 6 mehan a hevdîtina bi parêzeran re nayê qebûlkirin û got: “Heta ku tecrîd neyê şikandin, hevdîtin pêk neyê û birêz Ocalan nêrînên xwe ji hemû gel re neragihîne, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, ji hevdîtina parêzeran a di 7’ê tebaxa 2019’an de hatiye kirin û axaftina bi telefonê ya di 25’ê adara 2021’an de bi malbata xwe re kir ve agahî jê nayên girtin. Hate hînbûn ku ji Abdullah Ocalan ê 19 meh in agahî jê nayên girtin re di 21’ê cotmehê de ji bo 6 mehan qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn.    Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan têkildarî agahî negirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dabûn lê hêj tu bersiv nehatine dayîn. Yek ji kesên ku serlêdana hevdîtinê kir jî parlamenterê HDP’ê yê Rihayê ku di heman demê de biraziyê Abdullah Ocalan Omer Ocalan bû. Omer Ocalan têkildarî cezayên dîsîplînê yên hatin dayîn, rewşa agahî negirtinê, bêdengiya navnetewî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    ‘LI ÎMRALIYÊ ÎZOLASYON HEYE’   Ocalan, diyar kir ku ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin weke malbata wî her hefte serlêdanê dikin lê tu bersivan nagirin û da zanîn ku di heman demê ji 3 girtiyên din ên li Îmraliyê tên girtin jî agahî nayê girtin. Ocalan, bi lêv kir ku li Îmraliyê qanûneke korsanwarî di meriyetê de ye û wiha got: “Naxwazin Rêberê vî gelî bi malbat, parêzer û gelê xwe re bikeve têkiliyê. Ev zilm, îşkence 24 sal in li Grava Îmraliyê berdewam dike. Li Îmraliyê rewşeke îzolasyonê heye.”   PIŞTÎ 2011’AN KONSEPTEKE NÛ KETE DEWRÊ   Ocalan, bi bîr xist ku parêzer û malbatan heta sala 2011’an dikarî biçin hevdîtinê û anî ziman ku piştî sala 2011 konsepteke nû kete dewrê. Ocalan, da zanîn ku di serdema ku jê re digotin “pêvajoya çareseriyê” ya di navbera 2013 û 2015’an de dom kir de şandeyeke HDP’î çû Girava Îmraliyê û wiha berdewam kir: “Parêzerên Rêberê Gelê Kurd di 6-7 salan de karîn 4 caran bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Ew hevdîtin jî di pêvajoya çalakiya greva birçîbûnê de hatin kirin. Em nikarin bêjin li Tirkiyeyê ji bo Ocalan qanûn tên sepandin. Girava Îmraliyê kirine laboratuvarek. Em bawer nakin ku ev der girêdayî Wezareta Dadê ye. Ev mekanizmaya li vê derê girêdayî Erdogan e. Erdogan astengkirin û qedexekirinên wê derê li qesra xwe dike.”   BERSIV NEDAN SERLÊDANA HDP’Ê   Ocalan, anî ziman ku nahêlin dengê Abdullah Ocalan bigihêje gel û bi lêv kir ku li aliyê din têkildarî rewşa tenduristiya Ocalan jî bifikar e. Ocalan, bi bîr xist ku ji bilî serlêdana malbatê weke HDP jî bi Hevserokên HDP’ê yên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay re ji bo li Girava Îmraliyê hevdîtinê bikin serlêdan kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me weke partî serlêdan kir. Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakê, ji bo em dizanin navnîşana çareseriyê Îmrali ye me serlêdan kir. Heta niha ji vê serlêdana me re bersivek nehatiye dayîn.”   Omer Ocalan, bal kişand ku çareseriya şerê 40 sal in didome birêz Abdullah Ocalan e û wiha pê de çû: “Dema Ocalan diaxive û rola xwe pêk anî, civak aram dibe. Ji ber wê yekê serlêdana partiya me girîng e. Ji bo ku tecrîd were şikandin em xebatên xwe didomînin. Kurdistan niha di nava agirekî de ye. Dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kirin. Zarokên vî gelî jiyana xwe ji dest didin. Ji bo ku ev şer bi dawî bibe divê diyalog û hevdîtin bên kirin.”   ‘MALBAT Û PARÊZER NIKARIN HEVDÎTINÊ BIKIN’   Ocalan, diyar kir ku piştî Mûtabaqata Dolmabahçeyê ji 5’ê nîsanê û vir ve tecrîd bi awayekî girankirî didome û anî ziman ku malbat û parêzer nikarin biçin gel Rêberê Gelê Kurd. Omer Ocalan ê qala serdana Komîteya Pêşîlêgirina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya Girava Îmraliyê kir, daxuyaniya CPT’yê ya ku bêyî destûra Tirkiyeyê nikare raporên xwe biweşîne bi vî rengî şîrove kir: “Li bendê ne ku îşkencekar destûrê bidinê.” Ocalan ê qala qedexeya hevdîtinê ya parêzeran a nû ya 6 mehan ku di 21’ê cotmehê de ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hate dayîn kir û da zanîn ku berê hincetên “koster xerabe ye” û “Rewşa hewayê nebaş e” dihatin pêşkeşkirin û di 3 salên dawî de jî hevdîtinên parêzer û malbatê bi hinceta “cezayên dîsîplînê” tên astengkirin.    MAFÊ HÊVIYÊ    Omer Ocalan, bersiva Tirkiyeyê ya “ji mafê hêviyê bêpar hatiye hiştin” ku ji bo Ocalan dabû Konseya Ewropayê nirxand û anî ziman ku bersiva Tirkiyeyê ne tişteke nû ye. Ocalan, diyar kir ku daxuyaniya Tirkiyeyê ya ku Ocalan ji vî mafî bêpar hatiye hiştin, nîşana wê yekê ye ku hiqûqeke cihêkar hatiye pêkanîn û wiha domand: “Dijminatiyeke bi vî rengî nabe. Ev ne bersivek e. Ev yek kûrkirina şer û pirsgirêkan e. Tu nikarî heta hetayê kesekî di girtîgehê de bihêlî. Ev dijminatiyeke mezin e, zilmeke mezin e.”   ‘HETA KU TECRÎD WERE ŞIKANDIN DÊ TÊKOŞÎN BIDOME’   Ocalan, diyar kir ku divê gelê kurd li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di serî de gelê me yê Ewropayê, gelê Kurdistanê û dostên wan divê dengê xwe derxînin. Kesê ku 24 sal in di bin tecrîdeke girankirî de tê girtin Birêz Ocalan e. Kesê ku 19 meh in hevdîtina wî ya bi parêzer û malbatê re tê astengkirin Birêz Ocalan e. Ji bo vê jî yekitiyeke mezin û xurt lazim e. Ji bo vê jî berxwedan û têkoşîn lazim e. Heta ku tecrîd neyê şikandin, hevdîtin pêk neyê û birêz Ocalan nêrînên xwe ji hemû gel re neragihîne, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   MA / Mujdat Can