Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye 2022-10-30 12:37:23   ENQERE - Berdevkê IFoX’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da û wiha got: “Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye.”   Di 25'ê cotmehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger hatibûn binçavkirin. Rojnameger duh sewqî dadgehê hatin kirin û ji nûçeyên çêkirîn, axaftinên bi çavkaniyên xwe re, ji xebat û rêwitiyên di navbera bajaran de hatin tawanbarkirin û girtin.    ‘YA KU HATIYE KIRIN HETIKETÎ YE'   Berdevkê Hewldana Dijî Sûcên Ramanê (IFox) Sanar Yûrdatapan bertek nîşanî binçavkirina bi îşkenceyê û girtina rojnamevanan da û wiha axivî: “Bi gotineke din, ya ku hatiye kirin hetiketî ye. Duh 29’ê cotmehê bû, li hemû kanalên televîzyonê pesnê komarê dihat dayîn lê hemû rexnegir bi hincetên cuda tên binçavkirin û girtin. Di nîva şevê de bi ser malên nûçegihanên MA û JINNEWS’ê de girtin, ji piştve kelemçe kirin û wisa binçav kirin. Çi hewcehî bi vê hebû? Ez îdia dikim ku tekane sûcê wan rojnamegerî ye."    ‘DEM DEMA ÇALAKIYAN E'   Yurdatapan ser girîngiya azadiya raman sekinî û anî ziman ku rojnameger hîmê azadiya agahîstendinê ya civakê ne û wiha pê de çû: “Her kes azad e ku fikra xwe bibêje lê ya rojnamegeran hêj bêhtir heye. Li Tirkiyeyê tu carî ev azadî bi rêk û pêk çênebû.” Bi domdarî Yûrdatapan da zanîn ku êdî gotin bêfêde ye û destnîşan kir ku divê çalakiyên cuda bên lidarxistin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Gelek desthilatî hatin û çûn lê belê her carê korîdor û qawîşên girtîgehan bi muxalîfan tije bûn. Bi tecrûbeyên xwe yên bi salan dikarim bêjim ku tu desthilatdariyan mîna vê desthilatdariyê derhiqûqî tevnegeriyan e û hiqûqên ku bi xwe çêkirine binpê nekirine. Êdî wateya gotinê nema ye. Dem dema çalakiyan e. Divê em hemû çalakiyên bêtundî biceribînin."