Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan 2022-10-30 16:05:18   KOCAELÎ – Nivîskar Rojbîn Perîşan ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Perîşan, got: “Herî zêde jin û jiyan azadiyê heq dikin.”    Nivîskar Rojbîn Perîşan ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dihat ragirin, piştî 30 salan hat berdan. Nivîskar Perîşan, di sala 1992’yan di 18 saliya xwe de ji hêla Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat darizandin û cezayê muebbetê lê hat birîn. Di nava 30 salan de nivîskar Perîşan li girtîhên Riha, Sêwas, Midyat û Gebzeyê ma. Ji ber îşkenceya lê hatiye kirin û şert û mercên giran ên girtîgehê, nivîskar Perîşan penceşêra malzarokê ket. Di heman demê de ji ber hinek girikên li ser rûviyên wê derketin, qismekî rûviyên wê jê hatin kirin.    PIRTÛKÊN WÊ   Di nava şert û mercên girtîgehê de Perîşan pirtûkên “Por û Sî (Saçlar ve Gölgeler)”, “Jinên Dengsifir (Bakır Sesli Kadınlar)", "Mayîna li Benda Te Zêmara Hêsrên Min Bû (Gözyaşımın Ağıdıydı Seni Beklemek)", "Strana Axê (Toprağın Şarkısı)" û "Kevirên Şikestî (Kırık Taşlar)" nivîsandin. Di heman demê de nivîskar Perîşan, di Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî û Îsmet Baycan de jî bû yekemîn.    BI ÇEPIK Û GULAN HAT PÊŞWAZÎKIRIN   Nivîskar Perîşan, piştî 30 salan îro hat berdan. Perîşan, di dema derketinê de ji hêla aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Yekitî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MA TUAY-DER), Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan ên Nobeta Edaletê digirin û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve bi gul û çepikan hat pêşwazîkirin.    GOTINÊN EWIL   Perîşan, piştî berdanê cara ewil axivî. Perîşan, got ku li pey xwe gelek girtiyên jin hiştine lewma dilê wê xemgîn e û ev tişt anî ziman: “Herî azêde jin û jiyan azadiyê heq dikin.”