‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’ 2022-10-30 18:24:18   AMED - Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a HDP’ê Hatîce Betul Çelebî got: “Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka demokrasi û mafê mirovan e.”    Komîsyona Astengdaran a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hotelek Amedê bi mijara “Ji bo astengdaran jiyanek nû mimkin e” li dar xist. Endama Komîsyonê Zeyno Bayramoglû moderatoriya panele kir û Hevberdevka Komîsyonê Hatîce Betul Çelebî û endamê Komîsyonê Sînan Ok û Hevseroka HDP’a Amedê wek axivêr tev li panelê bûn. Gelek beşdar jî di panelê de cih girtin.    Bayramoglû ya ku moderatoriyê kir destpêka axaftina xwe de bertek nîşanî girtina 9 rojnamevanên kurd da.   Hevberdevka Komîsyonê Hatîce Betul Çelebî bi nîşandana sînevziyonê rewşa astengdaran vegot û got: Bi milyonan astendar hene. Her tim tên tecrîdkirin û bi çavek din li wan tê nihêrin. Çandek nebaş li dijî astengdaran heye. Çanda nebaş a li dijî astengdaran nagûhere. Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka demokrasi û mafê mirovan e.”    Axivêrên din jî li ser rewaş astengdaran mijarên xwe pêşkêş kirin û panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.