Saziyên navnetewî di mijara tecrîd û kîmyasalê de xwedî heman bêdengiyê ne! 2022-10-31 09:01:26   ÎZMÎR - OPCW’ê heta niha têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî hê tu lêkolînê nekirine. Saziyên navnetewî yên mîna CPT’iyê jî li hemberî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi şopandinê sînordar ma.    Êrişên dewleta Tirk ên di 17’ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê hatin destpêkirin, meha xwe ya 6’emîn li pey xwe hişt. Êrişên berdewam bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) çekên kîmyayî bikar tînin, ku li gor peymanên navdewletî qedexe ne û wek tawanên dijî mirovatiyê tên dîtin. Hat ragihandin ku di mehên tebax, îlon û cotmehê de 17 endamên HPG û YJA-Starê ji ber bikaranîna çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha dîmenên 2 endamên HPG’ê yên ji ber çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabûn hatin weşandin.    DESTÛRA HEYETÊ NEHAT DAYÎN    Her çiqas dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî hatin weşandin û banga lêkolînan hatin kirin jî lê rêxistinên navneteweyî li dijî vê yekê bêdengiya xwe dparêze. Hewldana rêxistinên serbixwe ku xwestin li herêmê lêkolînan bikin jî lê her tim hatin astengkirin. Bijîjkên Navneteweyî yên ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî (IPPNW) ku di navbera 20-27'ê îlonê de çûn Herêma Federal a Kurdistanê, destûr nehat dayîn ku muayeneyên li cihê bûyerê bikin. Heyetên ku xwestin bi welatî û bijîşkên ku ji gazên kîmyewî yên li herêmê bandor bûne re hevdîtinê bike. Lê belê ji aliyê PDK'ê ve hatin astengkirin.   Heyetê di 21’ê cotmehê de rapor eşkere kir û hat destnîşankirin ku qenata ku Tirkiyeyê çekên kîmyewî bikaranîye û tawanbariyê kiriye heye. Di raporê de bang li OPCW’ê hat kirin ku lêpirsîn bide destpêkirin.    PEYMANÊN NAVNETEWΠ   Çekên kîmyewî yên ku berê gelek caran hatibûn bikaranîn, bi peymanên Laheyê yên di sala 1899 û 1907, Peymana Cenevreyê û Peymana Çekên Kîmyewî (CWC) ku di sala 1993’yan de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ji bo îmzekirinê hatibû vekirin, hatin qedexekirin. Her wiha bikaranîna çekên kîmyewî di peymanan de weke “sûcê şer” hate nirxandin. Li gorî peymana herî dawî, hilberandin, embarkirin û bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye. Tirkiye jî di nav welatên ku ev peyman îmze kirine de ye.   AKAR ÎTÎRAF KIRIBÛ    Lê tevî hemû peyman û protokolên navneteweyî jî li ser bikaranîna çekên kîmyewî li Herêma Kurdistanê tu lêkolîn nehat kirin. Tirkiye her tim bi înkarkirinê li meseleyê nihêrî. Îtirafên Wezîrê Parastinê Hulusî Akar ê ku di 16’ê mijdara 2021’an de li Lijneya Plan û Budçeyê ya Meclisê axivîbû jî li ber çavan nehat girtin. Akar diyar kir ku di envantera artêşa wan de çekên kîmyewî tune ne û wiha gotibû: "Em tenê gaza îsotê bikar tînin." Lê, li gorî CWC, di dema şer de karanîna gaza îsotê jî qedexe ye. Li hemberî van gotinên îtirafkar saziyên navneteweyî gav neavêtin.   BÊDENGIYA NAVNETEWΠ   OPCW di bersiva ku da JINNEWS’ê li ser êrişên dawî yên çekên kîmyayî diyar kir ku ew dikarin li ser daxwaza her yek ji dewletên alîgir lêkolînan bikin. OPCW ku li ser çekên kîmyewî yên li Sûriyeyê tên bikaranîn gelek rapor amade kirine, bi bersiva xwe ya dawî careke din nîşan da ku di mijara kurdan de tu gavan navêje. Sazî û dezgehên navneteweyî yên wekî Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) ku li ser tenduristiya mirovan lêkolînan dikin, heta niha tu bertek nîşanî mijarê nedane û bêdengiya xwe diparêzin.    HELWESTA SAZIYÊN SERBIXWE    Bêdengiya rêxistinên sivîl ên li dijî çekên kîmyewî û sûcên bi vî rengî şer dikin jî di vê pêvajoyê de bale kişand ser xwe. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî yek ji wan saziyan e ku derbarê şerê Ûkrayna-Rûsyayê, êrişên Îsraîlê yên li ser Filistînê û şerê navxweyî yê Sûriyeyê de gelek daxuyanî da. Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) wek sazîbûn daxuyaniyek neda. Serokê berê yê MSF û endamê desteya şêwirmendiya niha Dr. Brauman daxuyaniyeke şexsî da û got ku tekane çareserî ew e ku heyeta pispor a ji pisporên serbixwe pêk tê biçe qada ku îdia lê hatiye kirin û lêkolîn bike.    JI BO TECRÎDÊ JÎ HELWEST HEMAN E    Bêdengiya sazî û rêxistinên navneteweyî ya li hemberî Tirkiyeyê ne tenê li dijî  bikaranîna çekên kîmyewî, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî didome. Komîteya Pêşîgirtina li Îşkence û Muameleya Dijmirovî û Rûmet û Cezayê ya Ewropayê (CPT) tenê bi "şopandin û raporkirina" binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê temaşe dike. CPT’ê çû Girtîgeha Îmraliyê ya ku ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin, lê rapor eşkere nekir. CPT diyar dike ku ew jî mîna OPCW'ê bêyî 'rizaya dewletên alîgir' nikare raporê bide. Komîteya Dijî Îşkenceyê ya ku di bin banê Neteweyên Yekbûyî de dixebite jî li dijî îşkence, mirina bi guman û tecrîda li Tirkiyeyê yek gav jî navêtiye.    MA / Tolga Guney