Di Roja Cîhanê ya Kobanê de gel wê li qadan bin 2022-10-31 09:01:40   ÎZMÎR - Roja Cîhanê ya Kobanê dê li gelek bajaran bi girseyî were pîrozkirin. Rêveberê HDP'ê Hacay Yilmaz bang li hêzên ked û demokrasiyê kir ku dakevin qadan.   Di 26’ê Çileya 2015’an de bajarê Kobanê yê rojavayê Kurdistanê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin. Çimkî hemû dinya ketibû bin gefa DAIŞ’ê û xof belav kiribû. Berxwedana ku weke yekemîn têkçûna mezin a DAIŞ'ê derbasî dîrokê bû, 133 rojan dewam kir. 1'ê Mijdara 2014'an ku berxwedan dewam kir, ji gelek deverên cîhanê nivîskar, akademîsyen, rewşenbîr û rêxistinên civaka demokratîk weke Roja Cîhanê ya Kobanê hate ragihandin. Ji wê rojê heta niha li seranserê cîhanê pîrozbahiyên cuda ji bo serkeftina Kobanê hatin lidarxistin. Di salvegera 8’emîn a serkeftina Kobanê de wê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên curbecur bên lidarxistin.   Li Îzmîrê jî dê li Cadeya Kibris Şehîtlerî bi pêşengiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê wê di 1’ê Mijdarê saet 18.00’an de daxuyaniyeke girseyî bê dayîn.   Endamê Meclisa Partiyê yê HDP’ê Hacay Yilmaz têkildarî daxuyaniya girseyî ku wê bidin û Roja Cîhanê ya Kobanê pîroz bikin banga tevlibûnê kir.    KOBANÊ NEKET    Yilmaz destnîşan kir ku yên digotin 'Kobanê ket wa dikeve’ nikarin serkeftina Kobanê ji nedîtî ve hatin êrişên xwe li ser HDP’ê û gel berdewam kirin. Yilmaz wiha got: "Gelê cîhanê wê destûrê nede van destwerdanan. Wê Doza Kobanê jî têk herin. Xeyalên destwerdanê jî wê di qirika wan de bimîne. 1'ê Mijdarê wê gel bi taybetî jî kurd dakevin qadan û pîrozbahiyê bikin. Hêzên ked û demokrasiyê jî weke şoreşger wê di 1'ê Mijdarê de careke din dakevin qadan, em ê dengê xwe bilind bikin û Kobanê silav bikin."