Hevpîşeyên Fîncanci: Em ê wezîfeya wê bidomînin 2022-10-31 09:14:47   ENQERE - Hevpîşeyên Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fîncanci diyar kirin ku girtina hevpîşeya wan dê rastiya çekên kîmyewî neguherîne û gotin: “Li cihê mayî yê mamoste Şebnem em ê bidomînin.”   Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fincanci ji ber daxuyaniya derbarê êrişên çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê ya li dijî endamên HPG'ê de bû hedef, di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê wê de hatibû destpêkirin di 27'ê cotmehê de hatibû girtin. Fîncanci bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hat girtin û niha li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan tê ragirtin.    Bijîşkan nerazîbûn nîşanî hevpîşeya xwe dan û diyar kirin ku Fîncanci mafdar e û ew ê bi girtinê bêdeng nemînin û li dijî zextan têkoşîna xwe berfirehtir bikin.    ‘MAMOSTE ŞEBNEM NE BI TENÊ YE’    Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Dr. Necdet Îpekyuz anî ziman ku girtina Fîncancî berdewamiya van zextên heyî ye û wiha got: “Bijîjkî pîşeyeke gerdûnî ye. Mmaoste Şebnem hem bijîşk e, hem jî parêzvana mafê mirovan e. Di pêvajoya pandemiyê de bû pêşenga bijîşkan. Îro heke bijîjk û xebatkarên tenduristiyê bi tundiyê re rûbirû bimînin û bên kuştin, berpirsyarê vê yekê îktidar bi xwe ye. Şebnem Korur Fîncanci zana, pispora tiba edlî ye û bijişka ku ne tenê li Tirkiyeyê lê li dinyayê jî tê nasîn e ku Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bû. Di gelek saziyên navneteweyî de cih girt. Şebnem Korur Fîncanci ew kesa ku li ser navê Neteweyên Yekbûyî çûye gorên komî û otopsiyê kiriye. Tişta ku divê li vir bê kirin tenê pîşeya bijîşkiyê ye. Mamoste Şebnem ne bi tenê ye, çawa ku me berê li ber xwe da, em ê heta dawiyê vî têkoşînê bidomînin.”   ‘MAMOSTE ŞEBNEM RASTIYAN GOT’    Endamê Desteya Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Enqereyê Onûr Erdem diyar kir ku girtina Fîncanci li dijî azadiya derbirînê darbe ye û got: “Mamoste Şebnem ji ber daxuyaniya derbarê çekên kîmyewî de hat girtin. Ev nîşan dide ku zîhniyeta AKP’ê çiqas bûye êrişkar. Ew li ser fermana Erdogan hat girtin. Mamoste Şebnem rastiyê vegot. Em ê li dijî girtina wê bêdeng nemînin. Em ê her daîm li qadan bin û têkoşîna xwe berfirehtir bikin. Em ê azadiya mamoste Şebnem ji xwe re esas bigirin.”    JÊ FÊRÎ PARASTINA MAFÊ MIROVAN BÛNE    Endamê Baskê Xwendekarên Tibê Şîrvan Çelîker jî anî ziman ku mamosteya wan Şebnem ji ber daxuyaniya çekên kîmyewî hat girtin û ew bijîşkiya parastina mafê mirovan ji mamosteya xwe Şebnem fêr bûne û ew ê li ser şopa wê bidomînin û xebata wê ya li cihê mayî bidomînin.