Ayşe Efendî: Em bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in 2022-10-31 10:13:35   RIHA - Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Ayşe Efendî ku berxwedana Kobanê vegot, bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî yên li Kurdistanê û wiha got: “Em ji dûrûtiya cîhanê re dibêjin bes e. Em bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in.”   Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, serkeftina berxwedana gel a li Kobanê ku di 14-15’ê Îlona 2014’an de DAIŞ’ê êrişê wê kir, bû serkeftina mirovahiyê. Gelê Kobanê ku bi berxwedana xwe ya li dijî tarîtiyê re rêyeke nû vekir, DAIŞ têk bir û nîşanî gelên cîhanê da ku jiyaneke nû pêkan e. Berxwedana Kobanê ku li Cîhanê deng veda, li her derê xwedî lê hate derketin. Li çar aliyên cîhanê ku di nava wan de xwediyên Xelatên Aştiyê yên Nobelê, akademisyen, rewşenbîr, nivîskar, nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di nav de bi banga bi hezaran kesan 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin.    Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî ku parçeyek ji berxwedana Kobanê ya ji bo wê gelek stran, sirûd, fîlm, belgefîlm hatin amadekirine, pêvajoya ku jiyane vegot.    HÊVIYA HEVPAR A GELAN   Ayşe Efendî ku di dema êrişên li ser Kobanê zêdebûn de Hevseroka Dîwana Kobanê ya Meclisa Gel a Rojava bû, diyar kir ku bi xwîna şehîdan serkeftin hatiye bidestxistin û wiha got: “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi hêviya hevpar a gelan, bi xwîna şehîdan û têkoşîna Apogerî çêbû. Gelê kurd daket qadan û ji hemû cîhanê re gotin ‘em li vir in’. Ev berxwedan ji dîroka mirovahiyê re bi tîpên zêrîn hatine nivîsîn.”   ‘ZAROKÊN KOBANÊ LI BER XWE DAN’   Efendî, destnîşan kir ku kesên li Kobanê li berxwedan û li mîrateya berxwedanê xwedî derketin zarokên Kurdistanê bûn û wiha berdewam kir: “Bi banga Rêber Apo re herkesê berê xwe da Kobanê û dilê wan li vir lê dida. Ji ber ku li Kobanê heqîqet hebû. Li Kobanê kesên esas li ber xwe didan hebûn. Zarokên me tenê ji bo zimanekî, neteweyekê netêbikoşiyan. Ji bo hemû cîhanê têkoşiyan û di vê oxirê de canên xwe dan. Ji bo jinên cîhanê bi DAIŞ’ê re şer kirin ji bo mirovahiyê têkoşiyan. Ji ber vê yekê herkes li Kobanê xwedî derket.”   BANGA TÊKOŞÎNÊ    Efendî, anî ziman ku çawa wan ji bo mirovahiyê têkoşiya bin divê hemû cîhan jî ji bo wan têbikoşe û destnîşan kir ku îro Kurdistanî tên qetilkirin. Efendî, bang kir ku cîhan rastiya kurd bibîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kobanê bi berxwedana jinên ciwan, kal û ciwanan hate nasîn. Kobanê bi tev li bûna şoreşê ya Kurdistanê hate naskirin. Kobanê bi kesên Ewropayê hatin re hate nasîn. Dilê herkesê li Kobanê lê da. 1’ê Mijdarê destkeftiyeke ku gelê kurd bi dest xistiye ye. Banga me li gelan ew e ku kesên wê demê xwedî li Kobanê derketin bi heman awayî careke din li Kobanê xwedî derkevin. Em bang dikin ku li dijî DAIŞ’a zarokên me qetilkirin û Erdogan ê Kobanê hedef digire li cem me rawestin û bi hev re têbikoşin.”   ‘EM BAWERÎ GELÊ XWE DIKIN’   Efendî, bi lêv kir ku di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de li 31 welatan gelan li ser navê azadî aştiyê bi Kobanê re di nava piştevaniyê de bûn û diyar kir ku Kobanê bû serkeftina mirovahiyê. Efendî, anî ziman ku bi demê re piştevaniya bi Kobanê re qels bû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tenê di 1’ê Mijdarê de ji Kobanê re bûn deng. Lê ev têra nake. Divê li Kobanê, Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava xwedî li kurdan bê derketin. Divê careke din ji bo vîna xweseriya demokratîk bê qebûlkirin zext li dewletên navnetewî bê kirin. Divê kurd weke vîneke leşkerî, civakî û siyasî were qebûlkirin. Li pêş çavên hemû cîhanê 17 zarokên me bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Em ji dûrûtiya cîhanê ya li dijî gelê kurd re dibêjin bes e. Em bi projeyên xwe, rêveberiya xwe, şehîdên xwe, gelê xwe, serkeftin û destkeftiyên xwe re zelal in. Divê dewlet jî li dijî me zelal bin. Ji ber vê yekê em vê bi awayekî vekirî û zelal dibêjin; êdî baweriyê me bi tu kesê nayê. Em tenê bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in.”   MA / Mujdat Can