Ji Fîncanci peyam: Em ê têkoşîna xwe bidomînin 2022-10-31 11:16:16   ENQERE - Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ji girtîgehê peyam şand û got: “Cudahiyên ku gumana wê tên kirin nayê aşîkirin dewlemendiya me ye, piştevaniya we ya dema girtina min bûye awêneya vê yekê.”    Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ji ber daxuyaniyên xwe yê zanist ên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de di 27’ê cotmehê de hat girtin. Fîncanci ji Girtîgeha Sîncanê ya Jinan ku lê girtî ye, peyam şand.    Peyama Fîncanci wiha ye: “Hevpîşeyên hêja, hevrêyên hêja, min tam xwe ji bo daxuyaniyek zanistî amade dikir lê dem têr nekir, bila ev jî deynê min be. Ez dizanim ku hûnê têkoşîna me bidomînin. Her çiqas ez di nav we de bim û viya me xemgîn bike jî lê ez bi dil û can li ba we me.    Hinek pêdiviya min bi bêhnvedanê hebû, hesab bikin ez derketime betlanê. Ez çawa bêhna xwe vedim ez ê dîsa ji bo domandiya têkoşînê tev li we bibim. Cudahiyên ku gumana wê tên kirin nayê aşîkirin dewlemendiya me ye, piştevaniya we ya dema girtina min bûye awêneya vê yekê. Bêrawestan bi dostanî û piştevanî em têkoşîna xwe bidomînin.”