Bîrdal ê HDP’yî li Girtîgeha Makûyê dest bi rojiya mirinê kir 2022-10-31 12:05:30   WAN - Endamê Meclisa Giştî yê Bajarê Agiriyê Mehmet Bîrdal ê ku ji bo bazirganiyê çû rojhilatê Kurdistanê û ji aliyê hêzên Îranê ve hat girtin li dijî binpêkirinên mafan li Girtîgeha Makûyê dest bi rojiya mirinê kir.   Endamê Meclisa Giştî ya Bajarê Agiriyê yê HDP’ê Mehmet Bîrdal ji bo bazirganiyê çûye rojhilatê Kurdistanê û ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye girtin. Dadgeha rejîmê 16 sal cezayê hefsê li Bîrdal biriye. Bîrdal niha li Girtîgeha Makûyê tê ragirtin û ragihandiye ku li dijî binpêkirinên mafan kup ê re rûbirû maye, dest bi rojiya mirinê kir.    Bîrdal beriya niha bi 15 mehan ji bo bazirganiyê çûye Rojhilat û polîsên rejîmê bi îdiaya wek “endamtiya PKK û PJAK’ê”, “alîkariya PKK’ê”, “hevkariya grûpên dijmin”, “propaganda rêxistinê” û “gefê li ewlehiya netewî çêdike” didin girtin û 16 sal ceza lê dibirin.    DEST BI ROJIYA MIRINÊ KIR    Bîrdal a ku ji Girtîgeha Makûyê bi rêya malbata xwe name şand, ragihand ku wî lêvên xwe dirûtine û dest bi rojiya mirinê kiriye. Nameya ku Birdal şandiye wiha ye: “Piştî ku li Îranê hatim binçavkirin, piştî lêpirsîna îstixbaratê ya 49 rojan hatim girtin û min şandin girtîgehê. Piştî 6 mehan ji binçavkirinê, ji ber propagandaya piştî dadgehê, ku tenê ji çend pirsên bi telefonê dihatin kirin, bêyî ku ez derxinîm pêşberî dadger-dozger, 16 sal cezayê girtîgehê li min hat birîn. Li her tawanbariyek 4 sal ceza li min hat birîn. Ji ber ku li ser 4 sûcên cuda 4 cezayên cuda li min hatin birîn, ji aliyê qanûn û dadgeha Îranê ve biryar hat dayîn ku tenê yek ango 4 sal îdam bike. Ji ber nerazîbûna min a li dijî binpêkirinên mafan, di heyama 15 mehan de ez sirgûnî girtîgehên Urmiye, Negeê û Makû hatim kirin. Niha li Girtîgeha Makûyê girtî me. Min cezayê ku li gor yasayên Îranê biryar bû bê îdamkirin, bir dadgeha bilind û cezayê min bi rêjeya 1/6 kêm kir û daket 3 sal û 4 meh. Li gorî qanûnê, bi daxwaza ‘mewlidê azadî’ ku sêyeka cezayê xwe xwaribû, mafê berdanê hat dayîn. Ji aliyê din ve jî ji ber ku min ji sê parên cezayê xwe xilas kir serlêdana min bi awayekî keyfî hat redkirin. Dîsa di vê pêvajoyê de, ji serî heta binî li ser pirsgirêkên tenduristiyê yên ku min jiyan kirine, tedawiya pêwîst nayê kirin. Li gel van qedexekirina hevdîtinê, astengkirina têkiliya min bi malbata xwe re û mafên min ên di qanûnê de hatine diyarkirin tên binpêkirin. Ji ber bersiv nedan hemû serlêdanên min ên li dijî pirsgirêk û binpêkirinên mafan ên ku ez pê re rû bi rû mane, ez diyar dikim ku ji 31’ê Cotmehê ve heta ku binpêkirin bên rakirin û mafê min ê ‘Azadî Meşrud’ bê dayîn berdana min hatiye nasîn. Ji ber ez ji sisêyan yek cezayê xwe qedand û min xwest bêm berdan, lê ev bi awayek kêfî hat redkirin. Hemû mafên min tên astengkirin û ji ber van binpêkirinên mafan ji 31’ê cotmehê ve min dest bi rojiya mirinê kiriye. Heta ez mafên xwe bi dest bixim, ez ê çalakiya xwe bidomînin.”   Malbata Bîrdal jî banga hestiyariyê li raya giştî kir û xwest ku zext li dewleta Îranê bên kirin.