11 roj cezayê hucreyê li nameya kurdî hat birîn 2022-10-31 13:08:10   MÊRDÎN - Ji ber gotinên skeçekê ku di nameya bi kurdî ya girtî Hasan Kiliç de cih girtine, 11 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn.    Hasan Kiliç ê li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Tîpa T’yê ya Jimara 2’yan tê ragirtin, bi rêya telefonê li gel malbata xwe axivî û ji malbata xwe re ragihandiye ji ber nameya kurdî bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” 11 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn. Kiliç aniye ziman ku hê dema ew li Girtîgeha Siwêregê ya Rihayê ya Tîpa T’yê dihat ragirtin ji ber nameya nivîsandiye, derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Kiliç da zanîn ku piştî ew sewqî Kayseriyê hatiye kirin cezayê wî yê hucreyê hatiye erêkirin û lewma wî xistine hucreyê.    Kiliç derbarê nameya ku nivîsandiye de wiha got: “Min name ji hevalên xwe re şandibû. Îdareya girtîgehê bi îdiaya ‘propagandayê’ name desteser kiribû. Lê propaganda di nameyê de nebû. Tiştên ku min nivîsandibû, di çarçoveya azadiya derbirînê de bûn. Skeça min nivîsandibû jî têkildarî girtîgehê bû. Min di skeçê de ji bo hevalên xwe bîranîn nivîsandibû. Di skeçê de temaşevan jî bi telefonê tev li bernameyê dibin. Vana jî ji ber vê yekê difikirin ku di qawîşa me de telefon heye û bi ser qawîşê de digirin û lêgerîn kirin. Her tiştên me serûbin kirin. Nameyên me desteser kirin.”    Kiliç diyar kir ku piştî name hat desteserkirin cezayê hucreyê dane wî û ji ber ku name bi kurdî nivîsandiye ceza lê hatiye birîn.