Dorpêça li ser gundên Geverê didome: Şivan ji zozanan hatin derxistin 2022-10-31 14:45:16   COLEMÊRG - Artêşa tirk di 25’ê cotmehê de li 13 gundên Geverê operasyona leşkerî dabû destpêkirin û operasyon hêjta didome. Hat zanîn ku şivanên li zozanên gundê Hîsarkê ji herêmê hatin derxistin û gef lê hat xwarin.    Walîtiya Colemêrgê di 24’ê cotmehê de bi hinceta “ewlehiyê”, gundên Sorê û Zêvkan ên navçeya Gever a Colemêrgê weke herêmên “ewlehiya taybet” ragihand û derketina deşt û zozanên wan qedexe kir. Bi biryara qedexeyê re gelek leşker ber bi vê herêmê ve hatin sewqkirin û tevgera helîkopteran jî hêj didome. Di heman rojê di danê sibehê de li dijî gundên Tilorana Jor, Tilorana Jêr, Yêkmala Jêr, Pagê, Kuçe, Hirmîn, Mitirban, Meşkan, Mûşan, Kendalok û Wargenima yên Geverê operasyoneke leşkerî hat destpêkirin. Operasyona leşkerî ya li herêmên navborî di roja 6’emîn de didome. Walîtiyê, di 26’ê îlonê de bi daxuyaniyekê ragihand ku “operasyona li gundên Sorê û Zêvkanê bi dawî bûye” û ji “herêmên ewlekariya taybet” derxist.    LI 4 GUNDÊN OPERASYON HAT DESTPÊKIRIN   Tevî daxuyaniya walîtiyê jî liv û tevgera leşkerî ya li herêmên navborî didome.  Çavkaniyên ji herêmê dan zanîn ku piraniya leşkerên li qadê hatin veguhestin, derbasî Çiyayê Şîşol û zozanên Govê hatine kirin. Çavkaniyan diyar kir ku leşker di 29’ê cotmehê saet di 04.00’an de bi helîkopteran derbasî  zozanên gundê Xilxês, Gulank, Peranis û Hîsarkê bûne. Hat zanîn ku ev 6 roj in leşker li van herêman lêgerînê dikin û ev lêgerîn hêjta didome.   ‘EM Ê ÇIYA Û ZOZANAN BOMBEBARAN BIKIN’    Şêniyên herêmê gotin ku leşker di roja 29’ê cotmehê de derbasî gundê Hîsark û zozanên wê bûne û ji welatiyan re gotine ku ji malên xwe dernekevin û neçin zozanan. Her wiha leşkeran şivanên gundên Hîsark, Govê û Silortê ji zozanan derxistin û wiha gef lê xwarin: “Heta operasyon xelas dibe divê hûn venegerin. Em van çiya û zozanan bombebaran bikin.”    LIV Û TEVGERA HELÎKOPTERÊN ŞER   Liv û tevgera helîkopteran a li navenda navçeyê jî duh heta derengiya şevê berdewam kir. Helîkopterên şer heta demekî dirêj li ser navenda navçeyê firiyan.